BI DÎMEN

Jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî bi meşekê li Kobanê hatin bibîranîn

Yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, li Kobanê bi meşekê hatin bibîranîn.

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê bi meşekî girseyî yek ji avakarên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anîn. Di meşê de wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di meşê de ciwanan bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Meşa ciwanan ji Qada Şehîd Egîd dest pê kir û heta Qada Jina Azad berdewam kir. Li vir ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê endama Jinên Ciwan a Kantona Firatê Nadiya Axasî axivî û diyar kir ku ew ê Komkujiyê ne jibîr bikin ne bidin jibîrkirin. Axasî anî ziman ku beriya 11 salan li Parîsê sê jinên şoreşger bi destê dewleta faşîst û dagirker a Tirk hatin qetilkirin. Em ê tu carê vê komkujiyê jibîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê heta dawiyê xwedî li şehîdan û mîrateya wan derkevin.”

Meş bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.