Jinên Efrînê banga tevgera li dijî tundiyê kirin

Yekitiya Jinên Ciwanên Herêma Efrînê, ji bo li dijî sûcên li ser jinan tên pêk anîn banga tevgerê kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwanên Herêma Efrînê, derbarê zext û tundiya li ser jinan daxuyaniyek dan. Bi dehan kesên ku li Kampa Serdem a li kantona Şehbayê hatîn gel hev, alayên Yekîtiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankarta bi nivîsa, “Îsyana jinên ciwan, tolhildan e” hildan.

‘BERXWEDAN JÎ ZÊDE BÛ ÊRÎŞ JÎ’

Di daxuyaniya bi Erebî ya ji aliyê Hevseroka Komîteya Sporê û Ciwanên Herêma Efrînê Gûlê Cimo ve hatî xwendin de, hate gotin, “Jinan tevahiya dîrokê li her qada jiyanê ji bo debara civakê têkoşîn kir. Bi dehan tevgerên aktîvîst û femînîstên jinan berxwedanî bijart. Jinên ku bi têkoşîna xwe gelek tişt bi dewlet û civakên navnetewî dayî pejirandin, berxwedanî bilind kirin.”

Di daxuyaniyê de teqez kirin ku “Her ku têkoşîna jinê zêde bû, weke siyasî û leşkerî, hêrs û dijayetiya zihniyeta zilamsalariya di cîhanê de serweriyê dike jî zêde bû” û wiha hate diyarkirin;

“Vê zihniyet, desthilat û dewletê jin li gorî berjewendiyên xwe bi rêya aborî bikaranî. Li tevahiya cîhanê tundî zêde bû û ji ber ku hate eşkere kirin êdî venaşêrin. Bi şerê biyolojîk (vîrusa koronayê) rasterast û li ser hev tundî, cinayet, tecawûz, întihar, revandin û koç kirin zêde bû. Ev jî ji derveyî exlaqê civakê ye. Bi destê çeteyên girêdayî AKP’ê sûcên li dijî jinê tê pêkanîn.

‘PÊWÎST E KU CIVAKA NAVNETEWÎ Û FEMÎNÎST DEST BI TEVGERÊ BIKIN’

Bûyerên cinayet û întiharên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûyî, berpirsyariya me ya rêxistin bûyînê, berxwedaniya me û têkoşîna me ya li dijî vê zihniyeta qirêj zêde dike. Civaka navnetewî, rêxistinên mafên mirovan, tevgerên femînîstan, li dijî sûcên tên kirin pêwîst e bikevin tevgerê. Ji ber ku tenê çend lihevkirin, zagon û madde têrê nake jinan ji êşa ku dikişîne rizgar bike.”