Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Ji bo azadî û aştiyê têbikoşin

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû jinan kirin ku ji bo ku xwe bighînin azadiyê divê têkoşîn û berxwedanê bikin û têkoşîna jinan ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanî, behsa têkoşîna jinan ya ji bo hişyarkirina gelan li ser mijara şîdeta fîzîkî û psîkolojî ya ku bi mîlyonan jin li hundir û derveyî malên xwe rastî tundiyê tên kirin û gotin ku divê hemû jin têkoşîna xwe heya azadiyê bidomînin. 
Di vê çarçoveyê de jinên Bakur û Rojhilata Sûriyê nêrînên xwe ji ANF’ê re parvekirin.
Destpêkê Parlamentera Yekîtiya Jinên Suryan a Qamişlo Sebah Şago axivî û got, “Tundiya li ser jinê, tundiya ku ne ji roja îro ve heye, lê di dîrokê de li ser jinê ferzbûye û  berdewam dike. Ger em bixwazin bi her şêweyî behsa wê bikin, ev yek heye mînak em sala 1915’an bînin bîra xwe, di wê qirkirina gelê Suryanî ku ji aliyê dewleta Tirk , Împaratoriya Osmaniyan pêk hat, jinên Suryanî revandin, destavêtin wan û firotin, ev jî sûcek li dijî gelê me bû.” 
Sebahê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser pêvajoya 2015’an dema êrişên DAÎŞ’ê û wiha pê de çû: “Em cara duyemîn piştî sed salan vedigerin sala 2015'an û hatina rêxistina terorîst a DAÎŞ'ê ya li herêmên Xabûrê ku pêkhateyên Suryanî, Asûrî û Keldanî lê dijîn. Li wir yên herî zêde bi binpêkirinan û şîdetê re rû bi rû man jinên ku dihat gotin ku rastî destavêtinê hatine û di bazara koleyan de hatine firotin bû.
Ev bûye modela tundiya herî mezin a ku li ser jinan hatiye kirin, ev hemû binpêkirin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên hatine dagirkirin pêk tê û em ê tenê jinên Suryanî negirin dest.”
Sebah diyar kir ku tundiya li ser jinê hê jî nesekiniye û wiha axaftina xwe domand, “Tundiya li ser jinê berdewam dike û hîna jî heye, kuştina jinan di bin navê namûsê de û bi taybetî tundiya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk li ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin berdewam e, ev yek jî bandorê li ser hemû jinan dike.”
Di dawiyê de Sebah Şago bal kişande ser girîngiya xwe perwerdekirina jinan kir û wiha berdewam kir, “Em di civakeke eşîrî de dijîn û ji bo ku jin xwe bi hêz, serbixwe û azad bike divê were perwerdekirin. Bi boneya roja li dijî  tundiya li ser jinê em têkoşîna hatî dayin li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û bang li hemû jinan dikin ku têkoşîna xwe heya bigihîjin azadî û aştiyê bidomînin.”
Berdevka Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliya El Kejawan jî nêrînên xwe yên derbarê 25’ê Mijdar anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di destpêkê de hemû şehîdên ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin û bi têkoşîna jinan ya di çarçoveya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jin gelek guhertin çêdibin, berê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tariyê de bûn. Tevî van hemû êş û azaran jî jinan destketiyên herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku wana ji bo dawî anîna vê tundiya ku ji aliyê rejîmên desthilatdar û paşverûtiyên civakî ve li ser wan tê ferzkirin, dest bi şoreşa xwe ya xwe rêxistinkirinê kirin.”
Xaliya El-Kejawan di dawiyê de tundiya li ser jinan tê kirin şermezar kir û bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Em bi navê Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê hemû binpêkirinên li dijî hemû jinan şermezar dikin û her cûre tundî û destavêtinê red dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo azadî û aştiyê têbikoşin.”
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li Reqayê Ruqeye El-Nimr jî destnîşan kir ku tundî şêwazeke êşkenceyê ye ku jin rastî wê tê û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Tundî şêwazeke êşkeceyê ye ku jin rastî wê tê, çi devkî be an jî  bedenî be; bi rizgarkirina bajarê Reqa û demizrandina Rêveberiya Xweser re, Reqa ji destê terorê rizgar bû û êdî jinê bi mafê xwe bang kir.”
El-Nimr di dawiya axaftina xwe de yên ji bo azadiya jin û civakê canê xwe feda kirinî bibîr anî û got: “Em Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şehîdên xwe yên ku ji bo me canê xwe fedakirin ji bo ku em bikevin ser rêya azadiyê bi bîr tînin. Emê têkoşîna xwe ji bo welatekî  demokratîk û avakirina civakê de wek jin rola xwe ya bingehîn bilîzin.
Ji boTêkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê em têkoşîna jinên ku li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan û îro tirs di dilê DAÎŞ'ê de çandin, bi taybetî jinên Kurd ku xwe îspat kirin pîroz dikin.”
Rêvebera Kongra Star ya Kobanê Edla jî têkoşîn û berxwedana jinan ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, “Ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, em vê rojê li berxwedana jinên ku bi pêşegniya Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiyê têkoşiyane pîroz dikin. Di çarçoveya ramanê Rêber Abdullah Ocalan de ku armanca wê azadiya jinê û civakê ye, bi pêşengiya jina Kurd rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê li Kobanê bin ket. Di encama wê berxwedana ku hat nîşan dan de waye em dibînin ku îro jina Kurd di hemû qadan de xwedî rol û pêşenge û di vê mijarê de jî xwe îspat kiriye.”