Ji Tebqaya dagirkirî ber bi Tebqaya azad ve -ÇAVDÊRÎ

Tebqa ji zilma zîhniyeta tarî û zordar rizgar bûye û veguheriye bajarekî azad.

Tebqa ji zilma zîhniyeta tarî û zordar rizgar bûye û veguheriye bajarekî azad. Em bi rê ketin. Rêyke hinekî xetere, dirêj û ne zelal...

Tebqa bi rêya xwe ya bi dar, girên mezin û bendava xwe ya wek behrê me pêşwaz dike. Hêzên QSD'ê di benda asayîşê de me pêşwazî dikin.  Şopa şer hîna teze ye. Her ku em ber bi bajêr ve diçin şop ne tenê di avahiyên hatine hilweşandin de di rûyê mirovan de jî xwe dide der.

HER JINEK XWEDÎ ÇÎROKEKÊ YE

Tebqa ya ji aliyê hêzên QSD'ê ve sê meh berê hate azadkirin 4 salan di nava tarîtiyê de ma. Jin pişî 4 salên cehnemê, bi azadiyê şopên tirsê ji holê rakirin. Her jineke li bazaran hate firotin, çîrokek xwe heye. Çarşefên reş ên 4 salan bi zorê li xwe kirin jî bi azadbûnê re hatin derxistin.

JIN NEMA DITIRSIN Û DIXEBITIN

Jin piştî ku bajar azad bû li her qada jiyanê cih girtin û di demeke kurt de li bajêr jiyanek bi rengê jinê hat hûnandin. Li ser vê axê jin cara yekem bêyî tirs dixebitin, hildiberînin û destûrê nadin ku keda kesî tine bê hesibandin.

Vegotina çîrokên jinên li Tebqayê dijîn gelekî zehmet e

Hevseroka Meclîsa Tebqayê Rewşen diyar dike ku 80 ji sedî li qada jiyanê jin hene, di meclîsên jinan de jin pirsgirêkên xwe nîqaş dikin û çareser dikin.

Piştre me xwest em biçin bendava Tebqayê. Jina bi navê Nesrîn ji me re rehberiyê dike.  Nesrîn wesayîtê bikar tîne.  Bikaranîna wesayîtê ya jinan li cihên din bêguman gelek normale lê li vir pîroz e.

ÇÎROKA NERÎMANA EFRÎNÊ

Nesrîn diyar dike ku bihêle bikaranîna wesayîtê nekaribûne derkevin kolanê û çîroka Nerîmana Efrînê ji me re vegot: "Nerîman dayika sê zarokan e. Keça wê ya mezin ji aliyê DAIŞ’ê ve tê revandin. Nerîman jî rastî sûcdariya 'ti zînayê dikî' hatiye.  Nerîman sê caran ji aliyê DAIŞ’ê ve tê recmkirin. Her carê dibin nexweşxanê tê dermankirin û dîsa tê recmkirin. Di rejma sêyemîn de tê kuştin."

Zarok li kolanan, jin li meclîsan û qadên parastinê, mêr jî di xebatên avakirina nû de. Yanî bi kurtasî her kes çi ji destê wan tên dikin û di hewldana avakirina Tebqaya azad de ne…