Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd krîza li Sûriyeyê bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevdîtinên bi Rûsya û Şamê re, hevdîtina Mûhaberat-MÎT'ê, gef û dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê, şerê li Idlibê û yekîtiya neteweyî ji ANF'ê re nirxand.
Çiyakurd diyar kir ku armanca bingehîn a kiryarên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xerakirina yekparebûna xaka Sûriyeyê ye, desteserkirina beşek ji xaka Sûriyeyê ye û got, "Dewleta Tirk siyaseta xwe li ser mayindebûna li herêmê dimeşîne. Li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke civakî, leşkerî, siyasî û dîplomatîk heye. Ji ber ku niha beşek ji xaka Sûriyeyê dagirkirî ye. Gelek hêz û derdor ji vê yekê aciz in. Şam jî ji vê aciz e. Şam ji hin lihevkirinên dewleta Tirk û Rûsyayê aciz e. Li dijî vê yekê hin daxuyanî da. Em vê girîng dibînin. Em piştgiriyê didin hewldanên ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk."
HEWLDANÊN JI BO VEGERA LI MUTABAQATA EDENEYÊ
Çiyakurd destnîşan kir ku heta beşek ji xaka Sûriyeyê bi vî rengî dagirkirî be nepêkane ku qala çareseriyeke siyasî bê kirin û got, "Mesela Rûsya ev demeke hewl dide Enqere û Şamê nêzî hev bike. Hin peymanên berê hebûn. Mînak; doh li Moskovayê di navbera her du aliylan de hevdîtin pêk anî. Bi vegerandina aliyan li hin peymanên berê dixwaze vê yekê pêk bîne. Yek ji van peymanan jî Mutabaqata Edeneyê ye. Helwesta me ya li dijî vê peymanê diyar e. Em weke peymaneke li dijî gelan, bi taybetî peymaneke li dijî gelê Kurd dibînin. Em hemû dibînin ku çareserî di vir de nîne. Qebûlkirina peymanên li derveyî îradeya gelên herêmê hatiye kirin li aliyekî, eger çareserî tê xwestin, hingî divê peymanên bi vî rengî hemû yên li derveyî îradeya gelan hatine îmzekirin ji nû ve bên nirxandin."
Çiyakurd bal kişand ser hewldanên Rûsyayê yên ji bo destpêkirina diyaloga navbera Rêveberiya Xweser û Şamê û got, "Di encama van hewldanan de di dema dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê û Girê Spî de di navbera QSD û artêşa Sûriyeyê de lihevkirineke leşkerî çêbû. Rûsyayê piştî vê lihevkirina leşkerî ji bo destpêkirina diyalogeke siyasî soz da. Li ser vê bingehê ji bo çareseriyeke siyasî Rûsyayê bi Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir, bi heman rengî bi Şamê re jî hevdîtin kir. Pêşniyarên çareseriyê yên her du aliyan wergirt û ji aliyê hember re ragihand. Lê belê ji bo çareseriyeke siyasî bi Şamê re hîn hevdîtineke yekser dest pê nekiriye. Lê belê hewldan hene û dewam dikin."
PEYMANA SIYASÎ Û MISOGERIYA BI DESTÛRA BINGEHÎN
Çiyakurd anî ziman ku bi dîtina wan, Rûsya hewl dide Rêveberiya Xweser û Şamê nêzî hev bikin û got, "Dixwaze herduyan bike blokek û bixe bin însiyatîfa xwe. Bi vî rengî dixwaze li Sûriyeyê hîn bi bandor be. Bêguman di vê mijarê de nêrînên me hene. Ji bo şêweyê çareseriyê nêrînên me hene. Em dibêjin, divê rêveberiya herêmê, rêveberiya xweser, bi sazî, parastin û îradeya xwe bê naskirin û bi destûra bingehîn bê misogerkirin. Çareseriyeke siyasî bi vî rengî dikare pêk were. Naxwe mîna gotina Şamê vegera li dema beriya sala 2011'an nabe."
'DAGIRKERÎ BI TIFAQA HEVPAR A DYE, TIRKIYE Û RÛSYAYÊ PÊK HAT'
Bedran Çiyakurd bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Girê Spî û Serêkaniyê û destnîşan kir ku ev dagirkerî bi tifaqa sê alî ya navbera DYE, Tirkiye û Rûsyayê pêk hat. Çiyakurd got, "Piştî ku DYE ji herêmê vekişiya Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirkeriya Tirk re hate hiştin, Kobanê, Minbic û xeta sînor ji Rûsyayê re hate hiştin, ji Dêrikê û Tirbêspiyê heta Dêra Zorê li herêmên petrolê DYE bi cih bû. Ev tablo nîşan dide ku ev rewş di encama lihevkirina sêalî de pêk hatiye. Li ser vê bingehê ev hêzên li herêmê bi hev şêwirîn û ji nû ve bi cih dibin."
'EM BI GUMAN NÊZÎK DIBIN'
Çiyakurd destnîşan kir ku di encama lihevkirina DYE û dewleta Tirk de Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin û got, "Di encama lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk de jî Efrîn hate dagirkirin. Lewma em her tim bi guman nêzî kiryarên van welatan dibin."
'PROJEYA DEWLETA TIRK LI SER PARÇEKIRINA SÛRIYEYÊ YE'
Çiyakurd anî ziman, herêmên Efrîn, Idlib, Ezaz, Cerablûs, Serêkaniyê, Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ji bo Rûsya û Sûriyeyê gefeke mezin in û got, "Ev projeya dewleta Tirk projeya parçekirina Sûriyeyê ye. Komên terorê yên ku li van herêman bi cih kiriye gefê li her kesî dixwin. Di serî de gefê li hebûn û yekparebûna dewleta Sûriyeyê dixwin."
Çiyakurd destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî nebûne, gefên wan hîn jî dewam dikin û ew neçar in hesabê xwe her tim li gorî hebûna van gefan bikin.
'JI SERÊKANIYÊ HETA IDLIBÊ LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û TERORÊ TÊKOŞÎNEKE HEVPAR DIKARE BÊ KIRIN'
Bedran Çiyakurd bi bîr xist ku lihevkirina leşkerî ya navbera QSD'ê û artêşa Sûriyeyê, ji bo pêşîgirtina li dagirkeriya dewleta Tirk û komên wê bû û got, "Dema ku ev hate biserxistin, ji aliyê siyasî ve gelek karên hevpar dikarin bên kirin. QSD û artêşa Sûriyeyê, ji Serêkaniyê heta Idlibê dikarin bi hev re li dijî dagirkerî û terorê têbikoşin. Lê belê weke ku me di destpêkê de got, ev yek bi lihevkirineke siyasî dibe. Têkoşîna leşkerî ya hevpar bi tifaq û peymana siyasî ya hevpar dibe. Naxwe wê qels bimîne. Weke ku em timî dibêjin, tifaqeke navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê, tifaqeke navbera QSD'ê û artêşa Sûriyeyê wê Sûriyeyê xurt bike. Ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve wê Sûriyeyê xurtir bike."
PÊWÎSTIYA BI STRATEJIYEKE HEVPAR
Çiyakurd bi domdarî destnîşan kir ku navenda gefên li dijî tevahiya Kurdistanê, dewleta Tirk e û got, "Yê ku berê komên çekdar dide gelê me, dewleta Tirk e. Yê ku li Kerkûk, Mûsil, Şengalê berê van çeteyan da Herêma Kurdistanê dîsa dewleta Tirk e. Lewma gefên tên xwarin hevpar in. Li dijî van gefên hevpar divê em Nêrîneke hevpar destnîşan bikin. Mînak; yê ku destpêkê li ber referandûma li Başûrê Kurdistanê rabû dewleta Tirk bû. Hem bi Bexdayê hem jî bi Tehranê re têkilî danî û bi ser Herêma Kurdistanê ve çû.
Bi taybetî rageşiya navbera DYE û Îranê, rewşa kaotîk a li herêmê afirandina stratejiyeke hevpar li me ferz dikin. Ji ber ku xuya ye ev şer wê kûr bibe. Dibe ku vê gavê di navbera DYE û Îranê de şerekî yekser rû nede, lê belê qadên hesabpirsînê wê Iraq û Sûriye be. Ji ber ku xeta ku her du hêz xwe digihînin hev Iraq û Sûriye ye, lewma Rojava û Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê li dijî senaryoyên gengaz divê Rojava û Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ji bo parastina berjewendiyên me yên hevpar di nava têkiliyeke baş de bin."