Ji Reqayê heta Dêra Zorê sekn li wan nabe

Pêngava Bagera Cizîrê ku YPG, YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê pêşengiyê jê re dikin, li gel şert û mercên nebaş ên hewayê jî bi ked û fedakariyeke mezin ev pênc meh in dewam dike.

Her kesên cihê xwe di nava pêngavê de digirin kedeke mezin didin. Ji eniya pêş heta eniya paş, ji lojîstîkê heta cebilxane û pîşesaziyê, her kes bi hesasiyeteke mezin bi erk û berpirsyariyên xwe radibin.

Yek ji qada ku bi heman hesasiyet, dîsîplîn û berpirsyariyê dixebite, mutbex e ku her roj ji 10 hezar şervanan re xwarinê amade dike. Li mutbexê nêzî 40 kes dixebitin.

Berpirsyarê giştî yê mutbexê Rizo Serêkaniyê ji destpêka Şoreşa Rojava ve cihê xwe di nav de digire. Destnîşan dike ku heta roja îro di her şert û mercî de çûne eniyên berxwedanê û dibêje, "Ji pêngava Reqayê û vir ve ev saleke em qet ji eniyê derneket. Em xwarinê êvarê amade dikin. Danê sibehê bi wesayitan li eniyê belav dikin. Bêguman kedeke vê yekê heye. Em ji 10 hezar şervanan re xwarinê amade dikin. Lê belê westandin ji bo me ne xem e. Eger xwarin negihêje şervanên li eniya şer ku di nava şert û mercên nebaş ên hewayê de têdikoşin, wê nikaribin şer bikin. Wê nikaribin bi pêş ve biçin. Ji bo me ya girîng ew e ku di wexta xwe de xwarinê bigihînin şervanan. Ev 7 sal in vî karî dikim. 10 salên din, 20 salên din jî dewam bike ji bo min ne xem e. Ez gelekî hez ji karê xwe dikim."

Danê sibehê xwarinê dixin wesayitan û dibin eniyên berxwedanê. Şervanê YPG'ê Omer ku xwarinê dibe ji eniyê re dibêje, "Şer hebe ya jî nebe, xem nîne. Di her şert û mercî de lazim e em wezîfeya xwe bi cih bînin."

Şervanê YPG'ê yê bi navê Mazlûm Dogan jî dibêje, "Her sibe em saet 4'an dest bi kar dikin. Di nava her şert û mercî de em neçar in xwarinê bigihînin ji hevalên xwe re."