Piştî bomberdûmana ku bi balafirên şer ên Tirk hate kirin, leşkerên Tirk xwestin ji bejahiya gundê Baliyen ê navçeya Bilbilê ya Efrînê ji sînor derbas bibin. Hêzên YPG/YPJ'ê bersiv dan û di encamê de ev êrîşa artêşa Tirk hate şikandin.
Hat ragihandin, balafirên şer ên Tirk her wiha bombe li balafirgeha leşkerî ya Minixê ya li rojhilatê Efrînê ye barandine.
Ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk li navenda Efrînê û navçeyên wê 10 sivîl birîndar bûbûn ku 2 jê zarok in û rewşa 3 birîndaran jî giran e.
RÛSYAYÊ DESTÛR DA
Hat ragihandin, balafirên şer ên Tirk bi destûr û erêkirina Rûsyayê dest bi êrîşê kirin. Li gorî agahiyan, rayedarên Tirk beriya êrîşê agahî dane Rûsyayê.
Balkêş e, di dema êrîşê de rejîma Sûriyeyê jî xetên telefonê birî.
ÊRÎŞÊ ÇAWA DEST PÊ KIR?
Bi dehan balafirên şer ên Tirk îro saet 16:10'an bombe li navenda Efrînê û navçeyên wê barandin. Êrîşa destpêkê li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê, li gundên Aqbiye, Belîlka, Hecîka, Eyn Deqnê, Belûniye û Çiyayê Belîlê hate kirin.
Balafirên şer ên Tirk piştre dor li xwe fireh kirin û gundên Kurdo, Şengiliye û Şeyxura yên herêma Racoyê, gundên Xezawiye û Kifera yên navçeya Şerawa û gundê Hac Hesna yê herêma Cindirêsê bombe kirin.