Agahiyên destpêkê yên têkildarî bomberdûmana li ser Efrînê

Balafirên şer ên Tirk bombe li navenda Efrînê û navçeyên wê dibarînin. Li gorî agahiyên destpêkê 10 sivîl birîndar bûne û rewşa 3 ji wan giran e. 2 ji birîndaran jî zarok in.

Artêşa Tirk a dagirker danê êvarê bi balafirên şer êrîşî navenda bajarê Efrînê û navçeyên wê kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber bomberdûmanê 10 kes birîndar bûne ku rewşa 3 ji wan giran e. Fikar hene ku hejmara birîndaran zêde be. 2 ji birîndaran jî zarok in.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh ji bejahî ve êrîşî Şehbayê kiribûn û derbeke giran xwaribûn. Li ser vê yekê îro bi balafirên şer êrîş hate kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên 'artêşa azad' duh bi şev li Efrînê û herêma Şehbayê êrîşî gelek nuqteyên YPG/YPJ û hêzên xweparastinê kiribûn. Di van êrîşan de 6 çeteyên Tirk hatibûn kuştin 17 jî birîndar bûbûn.