Ji Colemêrgê heta Xabûrê, keçeke Asûrî ya berxwedêr: Wîdat

Wîdat zarokeke malbateke Asûrî bû ku 'ji ber şûr' ê Osmanî ma. Ji çiyayên Colemêrgê ji aliyê dewleta Tirk ve sirgûnî Til Temirê hatin kirin. Wîdat li dijî êrişên DAÎŞ'ê heta fîşeka xwe ya dawî şer kir.

Di salên 1914 û 1915'an de dema ku dewleta Osmanî li dijî Ermenî û Asûrî-Suryanî-Keldaniyan ferman rakir hingî malbata Wîdat jî ji Colemêrgê koçber bû.

Ew yek ji wan mirovan bûn ku ji 'seyf' (şûr) ê Osmanî rizgar bûn. Destpêkê çûn Başûrê Kurdistanê, ji wir jî beşek ji wan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û koçî Serêkaniyê kirin. Lê belê dewleta Tirk a li ser şopa Osmanî li wê deverê jî ji wan neqeriya û ew neçar hiştin ku koçber bibin.

Dewleta Tirk di 29'ê Hezîrana 1929'an de bi Fransayê re protokolek îmze kir û bi hinceta "ewlekariya sînor" Ermenî, Asûrî, Suryanî û Keldaniyên li herêmên li ser sînor neçar hiştin ku bi 30 kîlometreyî ji sînor bên dûrxistin.

Fransa ku wê demê li Sûriyeyê serwer bû ev daxwaz û zexta Tirkiyeyê qebûl kir û Asûrî, Suryanî, Keldanî û Ermeniyên li herêma Serêkaniyê bi 30 kîlometreyî ber bi xeta ji Til Temirê heta Hesekê ve vekişand û li herêmê bi cih kir.

Wîdat Îşo yek ji wan zarokên Asûrî bû ku malbata wê ji şûrê Osmanî rizgar bû. Çeteyên DAÎŞ'ê ku bi destê dewleta Tirk li ser gelên Rojhilata Navîn bû bela, di sala 2015'an de êriş birin ser gundên Asûrî yên li qiraxa Xabûrê. Wîdat jî yek ji wan mirovan bû ku wê demê li dijî êrişan li ber xwe da û şehîd bû.

JI GELIYÊ TIYARÊ HETA TIL TEMIRÊ

Malbata Wîdat ji Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê koç kir. Pismamê wê Brahîm Yûhanna qala çîroka jiyana Wîdat kir. Yûhanna got, "Dema ku êrişê dest pê kir Wîdat li aliyê dêrê kete şer û heta fîşeka xwe ya dawî şer kir."

Yûhanna diyar kir, ji ber ku birayên Wîdat nebû wê barê malbatê hilda ser milê xwe, nezewicî û got, "Ji ber ku birayê wê nebû wê karên mêran ên li nava malê dikir. Her wiha li xwişkên xwe yên din jî dinerî. Karê çandiniyê jî dikir, lê belê dest ji perwerdeya xwe jî berneda."

TÊKILIYÊN XWE YÊN CIVAKÎ GELEKÎ XURT BÛN

Yûhanna anî ziman ku Wîdat piştî ku dibistanên seretayî û navîn li gundê xwe Til Hurmuzê xwend, hîndekariya bilind bi dawî kir û li Til Temirê li îdareya nifûsê dest bi kar kir. Yûhanna destnîşan kir ku Wîdat miroveke gelekî fedakar û karker bû û got, "Têkiliyên xwe yên civakî gelekî xurt bûn. Li gund karê kê hebûya Wîdat alîkarî dida her kesî. Her kar dikir. Timî ji ciwanan re digot, dema ku karekî we hebe ne tenê ji mêran re bêje, ji min re jî bêje. Dixwest alîkariya her kesî bike.

PARÊZVANA XABÛRÊ

Dema ku li Sûriyeyê şer dest pê kir li her deverê komek derdiket holê. Piştî ku em tevlî Parêzvanên Xabûrê bûn ew jî bi me re tevlî bû. Jina destpêkê bû ku tevlî bû. Dema ku me gundên xwe diparastin wê her tim digot ku divê hûn min her tim li nobedê binivîsînin.

Li gund dikana min hebû. DAÎŞ'î çend caran hatin gund. Me baş nizanîbûn ku kî ne. Wan destpêkê tiştek bi me nekirin. Lê belê piştre ew ên çavên wan hûrik hatin, dibe ku ji Kazakistan an jî devereke din a Asya Navîn bin. Wan gef li me xwarin.

LI ALIYÊ DÊRÊ DI PARASTINÊ DE BÛ

Ew kesên hatin piştre gotin 'hûn ê dêran hilweşînin, xaçan bişikînin'. Şêniyên gund jî li dij rawestiyan. Şevekê saet derdora 3-4'an dest bi êrişê kirin. Bila ew şev careke din dubare nebe. Gelek ciwanên me qetil kirin. Wîdat li aliyê dêrê di parastinê de bû.

Wîdat li wê herêmê li dijî wan şer kir. Gelek kes şehîd bûn. Piştre Wîdat birîndar bû û ji ber ku cebilxaneya wê qediya dîl kete destê wan. Heta fîşeka xwe ya dawî şer kiribû. Jin, zarok, ciwan, extiyar gelek kes dîl ketibûn destê wan.

HETA FÎŞEKA DAWÎ ŞER KIR

Em li telefona Wîdat geriyan, lê DAÎŞ'iyan bersiv dan. Piştre me bihîst ku ew dîl girtine destpêkê birine çiyayê Ebdulezîz û ji wir jî birine Şedadê. Piştre jî hin kesên rizgar bûn gotin ku Wîdat li Şedadê dîtine ku êsîr ketibû destê wan.

Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me Wîdat bi hinceta ku li dijî wan çek bi kar aniye ew înfaz kirine. Lê belê me agahiyeke şênber nekarî werbigirin. Ji wê rojê ve me nekarî agahiyê werbigirin. Wîdat miroveke gelekî bedew û fedakar bû. Heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da."