Ji bo tehliyeya Demîrtaş wê serlêdan bê kirin

Ji bo namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş wê serlêdana tehliyeyê were kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê roja Sêşemê ji bo tehliyeya namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş  serlêdanê bike.

HDP’ê di daxuyaniya ku dayî de ev tişt diyar kir;

“Em ê ji bo Namzetê me yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ku girtiye, sibê (15.05.2108) roja Sêşemê li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê serlêdana ji bo tehliyeyê bikin.

Piştî serlêdanê wê parêzerên ku serlêdan bikin û Alîkara Hevserokê Giştî a Berpirsa Mafê Mirovan û Hiquqê Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Endamên Lijneya Rêveber a Navendî, Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe Eren ew ê li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyaniyê bidin.”