'Ji bo şehîdên Xelîfanê em ê li qadan bin'

Malbatên Şehîdan ên Rojavayî nerazîbûn nîşan dan, ji ber ku cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên ji aliyê hêzên PDK'ê ve li Xelîfanê hatin şehîdxistin, nayên dayin. Malbatên şehîdan gotin, "Heta ku cenazeyên me bidin me em ê çalakiyên xwe dewam bikin."

Çalakiya ku Malbatên Şehîdan ên Rojava ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên li Xelîfanê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin şehîdxistin di 5'ê Cotmeha 2021'ê de li ser sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, li gelek herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

Rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêmên Cizîr û Efrînê, bûyera ku Tebaxa 2021'ê li Xelîfanê qewimî, çalakiya 111 rojî ya li Sêmalkayê û çalakiyên Rojavayiyan ên ji bo wergirtina cenazeyan ji ANF'ê re nirxandin.

'ÊRIŞA LI SER GERÎLA, DIJBERIYA LI KURDÎTIYÊ YE'

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hasan Ibêd bi bîr xist ku hêzên PDK'ê di 28-29'ê Tebaxa 2021'ê de kemîn danî pêşiya komeke gerîla, di encamê de 6 gerîla şehîd xist û got, "Pêşmergeyên PDK'ê ji bo koma gerîla radestî dewleta Tirk bike ev êriş kir. Piştî hewldanên bi salan ên ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi vê êrişê re me dît ku hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re çiqasî dûrî kongreya neteweyî û dûrî Kurdîtiyê ye. Gerîla ji bo welatê xwe ji dagirkeran biparêze û ji bo azadiya gelê xwe şer dikin. Êrişa li ser gerîla tê wateya dijberiya li Kurdîtiyê."

Hasan Ibêd li ser çalakiya li Sêmalkayê ku 111 rojî dewam kir, wiha axivî: "Di 5'ê Cotmeha 2021'ê de ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên li Xelîfanê hatin şehîdxistin, me li Sêmalkayê dest bi çalakiyê kirin. Ji pêkhateyên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kes hatin serdana konê çalakiyê û êrişên PDK'ê û polîtîkayên wê yên xiyanetê şermezar kirin. Li Sêmalkayê bang li PDK'ê hate kirin ku li xeta yekîtiya neteweyî vegere. Piştî çalakiya ji 111 rojî me konê çalakiyê rakir, lê belê got, ku çalakiya me wê neqede."

'ÇALAKÎ WÊ DEWAM BIKIN'

Ibêd diyar kir ku ji bo şehîdên Xelîfanê wê çalakiyên xwe dewam bikin û got, "Li her qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên me bi rengê meş, daxuyaniyan û hwd. dewam dikin. Çalakiyên me heta encamwergirtinê wê bênavber dewam bikin. Weke Malbatên Şehîdan em bi biryar in. Di dema qedandina çalakiya li Sêmalkayê de me ev yek gotibû. Em ê berxwedana xwe mezin bikin û heta wergirtina cenazeyên xwe em ê li qadan bin."

'EM LI DORA HPG'Ê BICIVIN KU LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDE'

Hasan Ibêd got, "Weke Meclîsa Malbatên Şehîdan a Rojava em bang li malbatên şehîdan ên li Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd dikin ku li dora HPG'ê bicivin ku HPG li dijî dagirkeriyê şer dike."

Hasan Ibêd got, "Bi sed hezaran kes ji bo 121 şehîdên li Hesekê bûn yek, lê hingî Nêçirvan, Mesrûr û Mesûd Barzanî berê xwe dan dewleta Tirk. Yên ku ji bo Hesekê nekarîn sersaxiyê jî bixwazin, bi dijminên Kurdan re tevgeriyan. Êdî her kes dibîne ku kî li ber xwe dide, kî jî li ser xeta xiyanetê ye. Yên li ser xeta berxwedanê ne Têkoşîna Azadiyê ya Kurd e ku li ser şopa Rêber Apo dimeşe. Yên li ser xeta xiyanetê ne rêveberên PDK'ê ne. Em dest bidin hev û xwedî li xaka xwe û şehîdan derkevin. Dem dema berxwedan û azadiyê ye."

'HEWLDANÊN JI BO NIXUMANDINA XELÎFANÊ'

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Fewzî Mistefa jî bal kişand ser tifaqa navbera PDK'ê û dewleta Tirk û got, "PDK îdîa dike ku hebûna gerîla ya li Başûrê Kurdistanê ji bo wan metirsî ye. Heman gotinên dewleta Tirk dubare dike. Dema ku mirov bala xwe didin ser bûyera li Xelîfanê dibînin ku hêzên PDK'ê 6 gerîlayên me şehîd xistin. Weke malbatên şehîdan em vê bûyerê şermezar dikin û tevî ku me daxwaza cenazeyên xwe kirin bersiv nedan. Ji bo komkujiya ku kirine veşêrin cenazeyan nadin."

Mistefa diyar kir ku ji bo wergirtina cenazeyan wê çalakiyên xwe dewam bikin û got, "Bila ji wan nebe ku me çalakiya xwe bi dawî kiriye. Em ê ti carî vê bûyerê ji bîr nekin. Em ê kiryarên malbata Barzanî ji bîr nekin. Heta ku cenazeyên xwe werbigirin em ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim li qadan bin."

SIYASETA 'EM BIRA NE' YA BARZANIYAN

Fewzî Mistefa bal kişand ser 'siyaseta em bira ne' ya malbata Barzanî û got, "Îdîa dikin ku bira ne. Gelo di kîjan dîrokê de bira bira kuştiye yan jî cenaze nedaye? Mîna ku zext û zordariya dijmin têrê nake, ew jî zextê li gelê Kurd dikin."

Fewzî Mistefa herî dawî got, "Dem dema yekîtî û azadiyê ye. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat divê yên ku bi dijmin re bûne yek û li dijî Kurdan şer dikin baş nas bikin. Divê baş zanibe ku kî ji bo Kurdistanê kî jî ji bo dijmin dixebite."