Komxebata li ser paşeroja jinan a li Sûriyeya nû li Hesekê destpê kir
Kongra Star têkildarî paşeroja jinê ya li Sûriyeya nû komxebatek li Hesekê lidar xist.
Kongra Star têkildarî paşeroja jinê ya li Sûriyeya nû komxebatek li Hesekê lidar xist.
Komxebata bi dirûşma 'Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin' bi beşdariya 500 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê destpê kir.
Ji pêkhateyên Suryan, Kurd, Ereb, Elewî û Ermenî gelek jin beşdarî komxebatê bûn. Her wiha gelek jinên ji Heleb, Hûms, Sahil, Siwêda û Şamê jî ji ber nekarîn tevlî bibin, bi rêya zoomê wê beşdar bibin û nêrînên xwe li ser paşeroja jinan a li Sûriyeya nû parve bikin.
Di heman demê de tevahî sazî û dezgehên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî komxebatê bûn.
Komxebat bi xêrhatina mêvanan ji aliyê Berdevka Kongra Star a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo destpê kir.
Komxebat dewam dike.