Ji bo şehîd Ehmed El Xidir konê sersaxiyê hat danîn

Xelkê Hesekê serdana konê sersaxiyê kir ku ji bo şehîd Ehmet El xidir hatibû danîn.

Şêniyên Hesekê û endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîdê QSD′ê Ehmed El Xidir (Seqir). Şehîd Seqir di Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li Dêrazorê 1′ê Îlonê de şehîd bûbû.

Li Qada Şehîdan a taxa El Muftî konê sersaxiyê hate vedan. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Necah He was axivî û got: "Em di şexsê şehîd Ehmed El Xidir de tevahî şehîdên azadiyê yên di oxira rizgarkirina gel û xakê de canê xwe daye, bi bîr tînin."

Necah wiha domand: "Armanca şaneyên çeteyan li Dêrazorê fitneyê derxin, derbe li ewlehiyê bidin, projeya neteweya demokratîk têk bibin."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Ziyab Îbrahîm jî axivî û wiha got: "Dijmin çi qas hewl bidin û bi hemû rêbazan êrîşî me bikin, ew nikarin vîna me bişikînin û me lawaz bikin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.