Ji bo Rizgar wê li Qamişloyê merasîmeke girseyî bê lidarxistin
Ji bo kedkarê çapemeniya azad nûçegihan Rizgar Denîz ku roja 18'ê Kanûnê li nexweşxaneya dihate dermankirin şehîd bû, wê îro li Qamişloyê merasîmeke girseyî bê lidarxistin.
Ji bo kedkarê çapemeniya azad nûçegihan Rizgar Denîz ku roja 18'ê Kanûnê li nexweşxaneya dihate dermankirin şehîd bû, wê îro li Qamişloyê merasîmeke girseyî bê lidarxistin.
Nûçegihan Rizgar Denîz Adanmiş, 12'ê Cotmehê li Dêra Zorê di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya bi wesayita bombebarkirî dijî sivîlan de bi giranî birîndar bû, 18'ê Kanûnê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin şehîd bû.
Ji bo Adanmiş wê îro danê nîvro saet di 13:00 de li Şehîdgeha Delîl Sarûxan a li Qamişloyê merasîmeke cenaze bê lidarxistin.
Piştî çend rojan jî wê cenazeyê Adanmiş ber bi kampa Mexmûrê ve were şandin û li wir bê veşartin.