Ji bo pêkanîna Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarên girîng

Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêkanîna xalên Hevpeymana Civakî de di rûniştina xwe ya yekemîn de 7 biryarên girîng dan.

Meclîsa Gelan a Demokratîk bi beşdariya Desteya hevserokatiya meclîsê, endamên Meclîsên Gelan ên Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên 7 Kantonan, endamên komîteya fireh a sazkirina Hevpeymana Civakî yekemîn rûniştina xwe li dar xist. Rûniştin bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi awayekî berfireh der barê mekanîzme û xala destpêkirina pêkanîna Hevpeymana Civakî hatin nîqaşkirin.

Di rûniştinê de 7 biryar hatin dayîn û divê herî kêm 15 rojan de werin pêkanîn; avakirina komseriya hilbijartinan a ji 20 kesan pêk tê û divê di 10 rojan de were avakirin, avakirina komîteyekê ji bo danîna qanûna xebata komseriya hilbijartinan bi Meclisa Gelan a Demokratîk re, aktîfkirina Meclîsên Gelan, avakirina komîteya dadgeha Hevpeymana Civakî a ji 8 heta 10 kesan pêk tê û divê heta 15 rojan were avakirin.

Li kêlek wê jî divê qanûna şaredariyan beriya hilbijartinên şaredariyan were derxistin, reşnivîsa qanûna parastina dadgeha Hevpeymana Civakî were amadekirin, saziya giştî ya darayê û jimaryariyê ku 14 kesan be û heta 15 rojan were avakirin, meclsên rêveber meclîsên desteyan ava bikin, komîteya sazkirina qanûna diyarkirina destûrên meclîsan û mekanîzmaya xebata wê were avakirin.