BI DÎMEN

'Ji bo hemû bawerî û olan hevgirtin, çareseriyê tîne'

Pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku ew li ser esasê ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûne û destnîşan kirin ku çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn teqez wê bi felsefeya Ocalan pêk were.

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya xebatên avakirina civaka demokratîk de bi tevlîbûna 6 pêkhate, ol û mezheb semîner hate lidarxistin. Di semîneran de pêkhate li ser têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi pêkhate, ol û mezhebên cuda re, her wiha li ser çalakiyên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.

Encûmana Civaka Eremenî Hena Somî li ser semînerê ku hatiye lidarxistin axivî. Somî got, ''Yek ji sedemên lidar xistina vê semînerê ew e ku, di Rojhilata Navîn de kuştin, mezhebperestî, netewperestî di navber ol û netewan de gelek e. Di vê semînerê de me bal kişand ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan ku çawa bi rêya fikira xwe daxwaza neteweyeke demokratîk dûrî netewperestî û şofînîzmê û ol persertiyê  dike. Her wiha da ku di nav gelan de ev yek zêdetir belav bibe û naskirina têkîliya di navber Rêber Abdullah Ocalan bi kesayetên siyasetmedar û oldar û pêkhateyên din ev gav girîng bû.''

Somî, da zanîn ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aloziya Rojhilata Navîn çareseriya herî pêkan e û wiha domand, “Ramanên Rêber Apo bû wesîle ku ev hemû pêkhate îro li cihekî kombibin û nêrînên xwe bi hev re parve bikin. Ev yek ji bo avakirina sîstema demokratîk girîng e. Hêviya me ew e ku projeya avakirina civaka demokratîk li ser esasê ramanên Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn pêk were, da ku hemû ol, mezheb, netewe û ziman bi awayekî wekhev bijîn.”

Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Şemo jî nêrîna xwe di derbarê semînerê de anî ziman û got, ''Ev seminer ji aliyê Encûmana Ciivaka Eremenî ve hatiye organîzekirin. Beşek ji wê semînerê li ser ola Êzîdiyatî diaxivî, bi taybet girêdana Rêber Apo bi vê ol û baweriyê û tevî hemû fermanên ku ser gelê Êzîdî de hatine gelê Êzîdî çawa heta niha ola xwe parastî? Li ser van mijaran nîqaş çêbûn. Ola Ezîdî ji koka Kurdiyetiyê tê, ji bo wê xwestin vê kokê ji holê rakin, her fermanekê çîrokek xwe heye û êş û azarên wê hene. Ji ber vê jî divê hemû ol û bawerî fikira Rêber Apo ji xwe re esas bigirin. Bi van semîneran re armanc fêmkirin, belavkirina felsefeya Rêber Apo ye û ji bo azadiya wî ya fîzîkî pêk were em li ser rê û rêbazan nîqaşan dikin.”

Hevserokê Fakûlta Zanistên Olî ya Zanîngeha Rojava û her wiha Cigirê Hevserokatiya Kongreya Îsalama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mazin Harûnî jî li ser mijarên ku di nav semînerê de hatine nirxandin û nîqaşkirin, axivî . Harûnî got, “Ramanên Rêbertî çareserî û xelas bûna ji nakokiyan e. Komkujiyên ku di van salên dawî de li ser hemû pêkhateyan bi hicetên cûda hatin kirin, bi vê rêyê xwestin vê nakokîyê kûr bikin. Lê dema ku van pêkhateyan xwe bi fikira Rêber Ocalan rast kir, dîtin ku hevgirtin çareseriye, ji bo wê xwestin vê fikirê belav bikin û da ku civak dîsa ber bi van planan va neyê kişandin û nekeve bin bandora mejiyê desthilatdaran.''