Ji bo azadiya Abdullah Ocalan banga berfirehkirina têkoşînê hat kirin

Endamê Însiyatîfa Ji Rêber Apo re Azadî ya Sûriyeyê Xalid El Hesen, diyar kir ku divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînek bi bandortir bê meşandin.

Endamê Însiyetîfa Ji Rêber Apo re Azadî ya Sûriyeyê û di heman demê de endamê Meclîsa Gel a Demokratîk a Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniya bi îmzeya hezar parêzerî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û got, “Beriya çend rojan hezar parêzerî ji bo bidawîkirina dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxwaznameyek bi daxwazên hiqûqî îmez kirin û pêşkêş kirin.”

Xalid El-Hesen got, “Ji bo çarseriyê me bang rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên alîgirên azadiyê yên cîhanê kir. Em dizanin ku nêzîkatiyek durû li hemberî dosyeya Rêbertî heye, ji ber ku hemû daxwaz û serlêdan ji aliyên navendên têkildar û rêxistinên mafên mirovan bêbersiv dimînin.”

Xalid El-Hesen wiha domand, “Me banga bi cihanîna mafê girtiyên siyasî yên ji 70 salî mezintir kir ku, jiyana xwe ya mayî bi malbat û hezkiriyên xwe re derbas bikin. Ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan karibe rewşa xwe ya tenduristiyê vebêje, me daxwaz kir ku bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bîne.”

Xalid El-Hesen, destnîşan kir ku kampanyaya ku li Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin her ku diçe berfire dibe û wiha axivî, “Em bang li gelên herêmê dikin ku, dakevin qadan û çalakî lidar bixin. Her wiha ji bo çareseriya doza Rêber Abdullah Ocalan, me bang li hiqûqnasên cîhanê kir ku, li ser Tirkiyê û raya giştî zextê bikin.”