Ji bo 23 şehîdên Berxwedana Serdemê merasîma girseyî
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê yên di berxwedana serdemê de li Efrînê şehîd bûn, hatin veşartin. Ji bo 21 şehîdên berxwedana serdemê jî merasîmek hate lidarxistin.
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê yên di berxwedana serdemê de li Efrînê şehîd bûn, hatin veşartin. Ji bo 21 şehîdên berxwedana serdemê jî merasîmek hate lidarxistin.
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê Ezet Şere (Hesen Hemdo) û Botan (Mihemed Îbrahîm) ên di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûn, ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê hatin wergirtin û ji bo merasîmê ber bi gundê Meratê El-Mislimiyê hatin şandin.
Bi hezaran welatiyên herêmên Efrîn û Şehbayê li meydana gund li hev civiyan û ji bo merasîmek lidar xistin.
Di merasîmê de 21 şervanên ku di qonaxa yekemîn a berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk şehîd bûn hatin bîranîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Ehmed axivî, sersaxî ji malbatan re xwest û got, "Gelê me çiqasî li ber xwe bide wê azad bibe û bi ser bikeve."
Bi navê Meclîsa Herêma Şehbayê Fatmê Cimo jî got, "Em ê her tim zarokên xwe bidin azadî û demokrasiya welat."
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê Şîraz Hemo jî got, "Van pakrewanan canê xwe bê teredût feda kirin ji bo azadiya welat û ji bo têkbirina planên dewletên desthilatdar."
Di dawiyê de nasnameya şehîdan radestî malbatên wan hate kirin û cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîdên Serdemê ya li navçeya Ehrezê hatin veşartin.