Artêşa Tirk a dagirker 25’ê Kanûnê (2023) navenda Diyalîzê ya li bajarê Qamişlo bombebaran kir û ji xizmetê derxist. Li tevahiya Kantona Cizîrê tenê 2 navendên diyalîzê hebûn. Li navenda Diyalîzê ya Qamişlo roja 70 nexweşên sabît (domdar) dihatin dermankirin.
Piştî êrîşê jiyana 70 nexweşan jî ket metirsiyê û îro yek ji wana jiyana xwe ji dest da
Rêveberê Navenda Diyalîzê ya Qamişlo Rafee Ebas da zanîn ku 10 nexweşên ku divê hefteyê 3 caran gulçikên wan werin şuştin hene, lê ji ber ku navend ji xizmetê derketine, niha nikarin werin û jiyana wan di xeteriyê de ye.