Ji ber êrîşên li ser Rojava 2 milyon mirov bêelektrîk man
Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber êrîşên sê rojên dawî yên dewleta Tirk a dagirker 2 milyon mirov bêelektrîk man.
Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber êrîşên sê rojên dawî yên dewleta Tirk a dagirker 2 milyon mirov bêelektrîk man.
Dewleta Tirk a dagirker ji 12'ê Çileyê ve êrîşî navendên elektrîk, av, petrol û gazê yên li herêmê dike. Dewleta Tirk ku malên xelkê herêmê jî bombe dike, ji ber êrîşên li ser binesaziya herêmê, xelkê herêmê mexdûr kir.
Li gorî Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Stasyona Siwêdiya ya li Dêrikê bi temamî ji dewrê derketiye, ku pêwîstiya gaz û elektrîkê ya Kantona Cizîrê pêşwazî dikir. Her wiha li kantonên Cizîr û Firatê jî 7 stasyonên elektrîkê ji xizmetê derketin.
Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser Ziyad Rustem agahî da ANHA'yê û diya rkir ku li Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Eyn Îsa, Kobanê û Til Temirê stasyonên elektrîkê ji ber êrîşan ji xizmetê derketine.
Li gorî Rustem li Kantona Cizîrê temamiya Dêrikê, ji sedî 70 ê Qamişloyê û navçeyên Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Hemîs, Amûdê, Dirbêsiyê û Til Temir, li Kantona Firatê jî li navçeya Eyn Îsa û li sedan gundan elektrîk qut bû.
Ziyad Rustem anî ziman ku li bajar û navçeyên navborî li zêdeyî 800 gundan nêzî 2 milyon mirov bêelektrîk man.
Dewleta Tirk a dagirker mehên Cotmeh û Kanûnê yên 2023'an jî bombe li stasyonên elektrîk, av, petrol û gazê yên herêmê barandibû û bi milyonan mirov ji xizmetên jiyanî bêpar hiştibû.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, di nava 48 saetên dawî de bi balafirên şer û balafirên bêmirov êrîş li 56 herêman hate kirin. Di van êrîşan de 2 zarokên sê û çar salî, rojnamevanek jî di nav de 6 kes birîndar bûn, 5 leşkerên Şamê mirin.