Ji ber êrîşên hovane ên dewleta Tirk şêniyên Taxa Şêx Meqsûd penaber dibin

Şêniyên Taxa Şex Meqsûd a Helebê diyar kirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ew koç dikin û bê cih û war dimînin.

Şêniyên Taxa Şêx Meqsûdê rêxistinên mirovahiyê rexne dikin ji ber ku ev rêxistin xizmeta gelê Sûriyeyê nakin û li gor berjewendiyên dewletên derve dimeşe. Şêni diyar dikin ku ev rêxistin alîkariyê nadin kesên ku zirar ji êrîşên dewleta Tirk xwarine.

Yekji şêniya Taxa Şêx Meqsûd dayik Fikret e ku sedema penaberbûna xwe tîne ziman û hemî sûcan dixe stûyê rêxistinên navneteweyî.

Dayik Fikret Reşîd ku bi temenê xwe 60 sal e, heyvan e ji diravên ku zarokên wê jê re dişînin ji van diravan hinekî dide aliyekî bo nûkirina mala xwe ya ku dikeve kolana Muxaberat ya Taxa Şêx Meqsûdê.

Du caran Dayik Fikret ji mala xwe xerîb û koçber bûye, cara yekemîn ji ber êrîşên çeteyên Dewleta Tirk a dagirker li ser Taxa Şêx Meqsûd ya ku di sala 2012`an de pêk hat û ya duwemîn jî ji ber êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê ya di sala 2018`an de pêk hatibû.

Her wiha careke din Fikret vegeriya mala xwe ya li Taxa Şêx Meqsûd, lê mixabin vê carê mal bi temamî hatibû rûxandin ji ber vê yekê êdî mala xwe ji nû ve ava dike.

Di vê derbarê de Fikret wiha got: "Me gelek salên zehmet û bi hesret derbas kirin ta ku em di vê malê de bi cih bûn, lê ji ber çeteyên Tirkiyê xewnên me bi dawî nebûn û kedên me hatin windakirin".

Her wiha ji ber ku Kolana Mixaberat dikeve Rojavayê Taxa Şêx Meqsûd û nêzî Taxa Eşrefiyê û wargeha ciwanan e, bi êrîşên çeteyan li ser Helebê bû germtirîn xet ji eniyên şer re.

Bi hezaran wekî çîroka dayik Fikret li kolana Mixaberatê hene ku bê cih û bê war mane, jixwe li gor daneyên fermî ên Encumena Giştî ya Navçeyan hate ragihandin ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker navbera salên 2012-2016`an de nêzî 2600 mal û firoşgehên sivîlan hatine rûxandin.

Şêniyên Taxa Şêx Meqsûd wiha diyar dikin ku rêxistinên mirovahiyê rewşa wan a aloz û trajîk paşguh kirin û ji ber fermanên dewleta Tirk û piştgiriya Qeterê bo bicihkirina şêniyan nezî bajarê Efrînê ya dagirkirî kamp ji hêla Rêxistinên qaşo bi navê "Xêrxwaz” hatin ava kirin. Dewleta Tirk ya dagirker di bin navê qaşo rêxistinên mirovî de hewil dide ku li Bajarê Efrîna dagirkirî kampan ji çeteyan û malbatên wan re ava bike.

Li gor xal û benda 49`an ji Hevpeymana Cenevreyê "Nabe ku hêzên desthilat û dagirker guherîneke demografî pêk bînin  "

Dayik Fikret wiha tîne ziman ku rêxistinên qaşo xwe bi navê rêxistinên mirovahî bi nav dikin tu alîkarî an jî piştgirî bo avakirina malên rûxandî ji wan nedîtine, lê belê ev rêxistin piştgiriya dewleta Tirk bo pişaftina axa şêniyan ya li Kantona Efrîna dagirkirî dike.

Her wiha Fikret berdewam dike ku, tenê şaredariya gel ya Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê alîkariya wan kir ew jî li gor şiyanên xweyî berdest wekî rakirina xopanan, vekirina rê, duristkirina cereyanê û avê ji taxê re kar kir.

Di derbarê êrîşên wêranker û bandorên wê ên mezin Dayik Fikret wiha dibêje ku, di encama şer de ew bi tena xwe li kolanê maye ku tê de gelek bîranînên xweş û bi êş hene û ew nizane cîranên wê bi ku de çûne.

Di encama êrîşên çeteyên dewleta Tirk li ser Taxa Şêx Meqsûdê û Eşrefiyê di sala 2016`an de, ji hêla arşîva Encumena Giştî ya Navçeyan hate ragihandin ku nêzî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 600 kesên din jî birîndar bûn.