Ji ber êrîşa artêşa Tirk 2 nûçegihan birîndar bûn

Ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Spî, 2 nûçegihanên ANHA'yê birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku nûçegihanên wan Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed ên êrîşên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî dişopandin, ji ber êrîşa artêşa Tirk birîndar bûn.

Nûçegihanên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Wetenî.

Hate gotin, rewşa Gulîstan Mihemed a ji serê xwe birîndar bû giran e û tê emeliyatkirin. Îbrahîm Ehmed jî ji destê xwe birîndar bû û tê gotin ku rewşa wî baş e.