Ji 12’ê Adarê ber bi Newroza bi heybet –II-
-Bi serhildana 12’ê Adara 2004’an de bi pêşengiya PYD’ê gel xwe rêxistinkir û li Taxa Hilêliyê Newroz pîroz kiribû.
-Bi serhildana 12’ê Adara 2004’an de bi pêşengiya PYD’ê gel xwe rêxistinkir û li Taxa Hilêliyê Newroz pîroz kiribû.
Koma êrişkar beriya maça fûtbolê ya di navbera tîmên Fetva û Cîhadê de ya di 12’ê Adara 2004’and e amadekariyên xwe kiribûn û bi kevir û kêran êrişî Qamişloyiyan kiribû. Bi vê komê re rejîma Beasê jî dest bi êrişan kir. Hikumeta Şamê digirt ser malan û gel digirt. Ji 12’ê Adarê heta Newroza di 21’ê Adarê de gelê Qamişlo ya ku li ser wan zexteke mezinhebû li Qada Şehîd Xebat a Taxa Hilêliyê ya Qamişloyê Newroz pîroz kirin.
Kamûran Mehdî yê ku di dema serhildana Qamişloyê li Başûrê Kurdistanê diyar kir wê demê ji ber ku sînor hatibû girtin ew nikaribûn biçûna Rojava û got “Gelê Başûrê gelekî aciz bûbû ku çima sînor girtî ne. Dixwestin piştgiriyê bidin gelê Rojava lê ji ber ku sînor girtî bûn, nikaribûn tiştekî bikin.”
Mehdî diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî rejîma Beasê neda û got “Gel dixwest serî hilde lê hikumeta Başûr destûra vî tiştî nedida. Piştî çar rojan ez derbasî Rojava bûm. Dewletê xwe li her derê bi cih kiribû, li her derê bendên kontrolê ava kiribûn. Li bendên kontrolê heqaret li gel dikirin. Bi selametî em ji bendên kontrolê derbas bûm lê rewşeke awarte û xerab derket pêşberî min. Digirtin ser malan. Hema bibêje her kes hatibûn girtin. Di zindanan de cih nemabû.”
GEL DEV JI NEWROZÊ BERNEDA
Kamûran Mehdî diyar kir ji xeynî PYD’ê hemû partiyên Kurd biryarnameyek weşandine û pîrozkirina Newrozê betal kirine û got “Ji xeynî PYD’ê hemû partiyên Kurdan li ser Kurdan teslîmiyet ferz dikirin. Digotin wê rejîma Beasê we bikuje. Em PYD’yî jî me diyar dikir şert çi be jî em ê Newrozê pîroz bikin. Li Qada Şehîd Xebat a Taxa Hilêliyê em kom bûn. Rewş xeternak bû. Dewletê êrişên berfireh dibir ser gel. Lê me serî hilda û bi hezaran kesan Newroz pîroz kirin. Me Newroz li hemberî rejîma Beas kir serhildan. Careke din ruhê berxwedanê yê şoreşger di nav gel de zindî bû.”