Hunermendên Efrînî li ser yekîtiya neteweyî stran çêkirin

Hunermendên Efrînî yên li Şehbayê bi beşdariya 22 hunermendên Kurd stranek û klîbek li ser yekîtiya neteweyî çêkirin.

Hunermendên Efrînî ku di nava şert û mercên giran de yên li Şehbayê ji bo rizgariya Efrînê bi hêvî ne, karê xwe didomînin. Hunermendan bi beşdariya gelek hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat stran û klîbek amade kirin û ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin. Ji Çand û Hunera Efrînê Niyazî Sîdo diyar kir ku ew hewl didin girîngiya yekîtiya neteweyî destnîşan bikin.

Sîdo ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku piştî banga yekîtiya neteweyî ya hunermendên Kurd, wan jî bi navê hunermendên Efrînî yên li Şehbayê xwestine vê bangê xurtir bikin. Sîdo ragihand, beriya partiyan û siyasetmedaran divê hunermend ji bo yekîtiyê gavê biavêjin û got, "Li ser vê yekê me bi hevalên xwe re nîqaş kirin û gotin, ku karekî bi vî rengî wê baş be. Nivîskarê stranê Ciwan Hesen jî cihê xwe di nava vê nîqaşê de girt. Her wiha Mihid Mipilan jî hebû ku berhem qeyd kir. Piştre me pêwendî bi Diyar û Xelîl Xemgîn re danîn ku li derveyî welat in. Derfetên wan hebû ku xwe bigihînin hunermendên din jî."

HUNERMENDAN BERSIV DAN

Sîdo diyar kir ku wan xwestin gelek hunermend tevlî vî karî bibin û bersiv ji vê daxwaza wan re hate dayin. Sîdo got, "Ji her cihî û beşê hunermend tevlî vî karî bûn. Bi coş û daxwazeke mezin tevlî bûn. Bi vî rengî me karê xwe temam kir."

Sîdo destnîşan kir ku gelê Kurd yekîtiyê dixwaze, di vê mijarê de hêviya xwe diparêze û got, wan jî banga gelê Kurd a yekîtiyê ku li partî û rêxistinan dike dubare kirin, divê hêvî û bendewariya gel neyê şikandin.

JI BO MIN JÎ GELEKÎ GIRÎNG BÛ

Endama Çand û Hunera Efrînê Fatma Bila ku cihê xwe di nava klîbê de girt, diyar kir ku tevlîbûna li nava karekî wiha ji bo wê cihê kêfxweşiyê ye. Bila ragihand ku wan hewl dane hestên gel bînin ziman û got, "Tevlîbûna min li karekî wiha, ji bo min gelekî girîng bû. Hêvîdar im ji niha û pê ve jî em ê karên mezintir bikin. Em bi hev re hene. Divê em ji bendewariyên gelê xwe re bibin bersiv."