Hunermend Selah Resûl li Qamişloyê hat veşartin
Hunermendê Kurd Selah Resûl bi tevlêbûna gelek rewşenbîr û hunermendan li Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin.
Hunermendê Kurd Selah Resûl bi tevlêbûna gelek rewşenbîr û hunermendan li Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin.
Hunermendê Kurd Selah Resûl di 27’ê Cotmeha bihorî de li Elmanyayê di temenê 69 sal de jiyana xwe ji dest da. Selah Resûl 60 sal jiyana xwe xist xizmeta huner û doza Kurd.
Duh, cenazeyê hunermend Selah Resûl gihîşt Rojava. Yekîtiya Hunermendan a herêma Cizîrê îro li Qamişlo merasîma oxirkirinê lidarxist.
Şêniyên Qamişlo, hunermend û hezkiriyên tevlî merasîma veşartina hunermend Resûl bûn. Kawranê merasîmê ber bi goristana Enteriyê ve çûn.
Di heman demê de di nava kolanên taxa Enteriyê de koma mûzîkê ya Hêzên Erka Xweparastinê ji bo hunermend mûzîk pêşkêş kir.
Dema cenaze gihîşt goristanê, beşdaran nimêja cenazeyê kir û cenaze veşart. Paşê şêniyan berê xwe da konê sersaxiyê ya li taxa Enteriyê hatî vegirtin.
Hunermend Selah Resûl ji taxa Enteriyê ya Qamişlo ye û di 1952’yan de ji dayik bûye. Hunera xwe ji zarokatiyê destpêkir. Ji ber hezkirin xwe ya ji mûzîkê re dest ji xwendina xwe berda û di rêwitiya xwe ya hunerî de bi sedan stran çêkirin.
Selah Resûl di lêdana tembûrê de, li gel dengê xwe yê xweş afrîner bû û ji yekemîn hunermendên tev li şahiyan, zemawend û cejnên neteweyî yên gelê Kurd dibû.