HRW: Li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin her tişt bi zora çekê tê kirin

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) da xuyakirin, ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “berpirsê binpêkirin û sûcên şer e.”

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe de ku îro weşandiye, diyar kir: "Tirkiye berpirsê binpêkirin û sûcên şer e ku hêz û komên çekdar ên xwecih ên ku piştgiriya wan dike, li herêmên bakurê Sûriyeyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, pêk tînin."

Rêxistinê di rapora xwe de sûcên li wan herêman; bûyerên revandin, girtin, tundiya zayendî û êşkenceya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin, di 75 rûpelan de belge kirin.

Rêxistinê, destnîşan kir ku destê çeteyên dewleta Tirk a dagikrer û îstixbarata Tirk di wan sûcan de heye û da zanîn ku di nava wan sûcan de, binpêkirina mafên bicihbûnê û milkiyetê, dizîn û talankirina mal û milkên şêniyan û şantajkirin hene. Rêxistinê her wiha da zanîn ku li hemberî binpêkirin û sûcên şer hesab ji sûcdaran nayê pirsîn.

Cîgirê Dîrektorê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Adem Coogle got: "Binpêkirinên berdewam ên wekî êşkence û windakirinên bi darê zorê yên li dijî kesên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de li Bakurê Sûriyeyê dijîn, heta ku Tirkiye berpirsyartiyê negire û ji bo rawestandina wê gav neavêje dê berdewam bike." 

Coogle got, “Rayedarên Tirk, berpirsên van sûcan in ji ber ku desthilata dagirkeriyê ne û hin caran jî rasterast tev li sûcên şer dibin."

Rêxistinê, di rapora xwe de anî ziman ku hesabpirsîn ji ber sûcên li dijî mafên mirovan nayê kirin û eşkere kir ku wê lêpirsîn di rewşa 4 kesên peyabilind de çêkiriye ku tê îdiakirin destê wan di sûcan de heye, lê tu kes ji wan nehatiye darizandin û 3 ji wan di nava çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî’ de payebilind in.

Di raporê de hat gotin, “Jiyana 1,4 mîlyon mirovên li herêmê dijîn di nava bêhiqûqî û bêewlehiyê de didome. Her tişt bi zora çekan tê pêkanîn.