HRW’ê dewleta Tirk hişyar kir: Divê tavilê dev ji van kirinên xwe berde

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek zirar daye binesaziya sivîlan û bûye sedem ku bi milyonan mirov bê av û ceyran bimînin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî ( HUMAN RIGHTS WATCH-HRW) ku navenda wê DYA ye, têkildarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên di navbera 5-10’ê Cotmehê de li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn, raporek amade kir. HRW’ê rapor li ser malpera xwe parve kir û li ser êrîş û encamên wê sekinî.

Di raporê de HRWê cih da agahiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêxistinên civaka sivîl ên têkildarî êrîşan û hat gotin ku li Herêma Cîzirê, Heseke, Reqa û Şehbayê li dijî zêdetirê 150 xalan êrîş hatine kirin, di êrîşan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest daye û xesar gihiştiye binesaziya sivîlan.

Hat destnîşankirin ku êrîşan zirar daye û vê yekê jî li gorî texmînê bandor li 4,3 milyonan kesan kiriye. Bi domdarî hat gotin ku di êrîşan de herî kêm 18 stasyonên depokirina avê û 11 santralên ceyranê hatine armanckirin û êdî nema tên bikaranîn û ev agahî hate parvekirin: “Xelkê herêmê jixwe bi krîzeke avê ya mezin re rû bi rû ye. Bi van bombebaran re barê wan yekcar giran bû.’’

Di berdewamiya raporê de ev tişt hatin gotin: “Tirkiye cara pêşîn bi êrîşên Cotmeha 2023’yan binesaziya sivîlan nekiriye armanc. Di êrîşên hewayî yên di Mijdara 2022’yan de jî qadên sivîlan û binesaziya jiyanî ji xwe re kir armanc. Di serî de stasyonên avê û santralên ceyranê, Tirkiye mafên xelkê herêmê û binesaziya ku ji bo tenduristiya wan jiyanî ye ji xwe re dike armanc. Divê tavilê dev ji van kirinên xwe berde.’’

Di raporê de her wiha dîtinên Cîgirê Dîrektorê HRW’ê yê Rojhilata Navîn Adam Coogle jî hate parvekirin. Dîtinên Coogle ev in: “Stasyonên ceyran û avê jî di nav de, Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binesaziya jiyanî ji xwe re dike armanc. Bi van êrîşên xwe yên leşkerî, krîza giran a li herêmê yekcar giran dike. Di nava çar salên dawîn de li Hesekê û derdora wê krîzeke cidî ya avê heye. Niha jî ji ber bombebaranê welatî di peydakirina avê de zêde zehmetiyê dibînin.’’