HRE'yê şehadeta şervanekî xwe ragihand

HRE'yê ragihand ku hevrêyê wan Cîlo Efrîn 13'ê Nîsanê dema li ser erka xwe bû gihîşt asta şehadetê.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîsîkî da raya giştî, tê de nasnameya hevrêyê xwe Cîlo Efrînê yê 13'ê Nîsanê şehîd bûye eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hevrêyê me Cîlo li herêma berxwedanê Efrînê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hevrêyê me ku bi vê çanda welatparêziyê mezin bû, dema pêwîst bû ji bo parastina xaka xwe her tim amade bû. Çawa ku armanca her welatparêzekî rizgarkirina welatê xwe ji dagirkeran e, ji bo hevrêyê me Cîlo jî armanca yekem rizgarkirina Efrîn û cihên din ên dagirkirî bû. Bi vê çanda berxwedanê tevlî jiyan û têkoşîna azadiyê bû.

Em ê xewn û xeyalên her şehîdekî xwe bi rizgarkirina welatê xwe tacîdarkirin bikin û soza ku me dane wan careke din dubare dikin. Em di şexsê hevrê Cîlo de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Cîlo Efrîn
Nav û Paşnav: Celal Elî
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Yaqub
Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn
Dîroka Şehadetê: 13'ê Nîsana 2022"