HRE'yê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd bûye eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanekî xwe ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû eşkere kir.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) wiha ye:

" “Di 21’ê Adarê de şervanê me Şoreş Efrîn, di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de şehîd ket.

Hevrê Şoreş Efrîn, li Efrînê di nava malbatek welatparêz de ji dayik dibe. Di têkoşîna me ya li hember dagirkerî û qirkirinê de hetanî kêliya dawî cihê xwe girt, bû şervanekî rûmetê. Hevrê Şoreş, ji şoreşa azadî û demokrasiyê ya gelan bi dilsoziyek mezin bawer kir, li hember her cure zordarî û paşverûtiyê bi biryar sekinî û tev li karwanê şehîdan bû.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Şoreş Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Hebîb

Navê Dayikê: Alya

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê, 21 Adar 2020

Em di şexsê hevrê Şoreş de tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”