HRE: Li navçeya Şêrawa 6 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li navçeya Şêrawa ya Efrînê de 6 çeteyên Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşnad.

HRE’yê got; Hêzên me bê navber çalakiyên bi bandor yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya li Efrîn û herêmên derdora wê bicîh bûne didomîne.

Roja 23’ê Tîrmehê li gundê Fafirtînê yê girêdayî navçeya Şêrawa hêzên me bi çalakiyekî êrîş birin li ser noqte û stargehên koma çete ya bi navê Feyleq El-şam. Di çalakiyê de yekîneyên me ji mesafeyekî nêz de li çeteyan dan. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, her wiha 3 çeperên çeteyan jî hatin rûxandin.

Hemwextî wê, hejmareke ji çeteyan xwestin piştgiriya çeteyên din bikin, lê ji aliyê yekîneyên me ve li ser rêka derbasbûna gundê Fafirtînê bi çalakiyekî sabotajê hatin armanc girtin. Di encamê de, di nav de serçeteyê koma Feyleq el-Şam yê bi navê Yasîn Îbrahîm Mensûr û alîkarê wî bi giştî 3 çete hatin kuştin û 1 çete jî birîndar bû. Herwiha seyareyeke leşkerî hat rûxandin.

Di encama her dû çalakiyan de yek jê serçete 6 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn û wesayîteke leşkerî hat ruxandin.”