HRE: Li navçeya Şêrawa 4 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên şervanên wan ên li navçeya Şêrewa ya Efrînê 4 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin û 7 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li Efrîn û derdora wê daxuyaniyek nivîskî da. HRE’yê got di çalakiyên li navçeya Şêrewa ya Efrînê de 4 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê wiha ye;

“Şervanên me çalakiyên xwe li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û derdora wê didomînin. Di çarçoveya van çalakiyan de;

Roja  6’ê Nîsanê  şervanên me gelek maşîneyên kar dewleta Tirk a dagirker dema ku malên sivîlan û dibistana gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawa xera dikirin, yek ji wan kir hedef. Di encama çalakiyê de maşîneya ku hat hedefgirtin îmha bû û çeteyek ku tê de bû hat kuştin.

Heman rojê li dijî baregehek koma çete ya bi navê Firqet El Sultan Murad ku li gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawa ye çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.”