HRE: Li Mare 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan ya li Mareyê de 3 leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan yên li dijî dagirkeriya dewleta Tir daxuyaniyek nivîskî weşand.

HRE’yê got; “Hêzên me çalakiyên xwe ên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herema Efrîn û derdora wê berdewam dikin û derbên giran li çeteyan dixin.

Di vê çarçoveyê de:

Di dîroka 24 Tebaxê de, hêzên me çalakiyek bi bandor li dijî baragehekî artêşa dagirker a Tirk li gundê Til Malid yê girêdayî bajarê Mare li dar xistin, di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Her weha çeperên parastina navendê hatin ruxandin.”