HRE: Li herêma Mareyê û li navçeya Şêrawa 5 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku hêzên wan li bajarê Mareyê û li navçeya Şêrawayê li artêşa Tirk û çeteyên wan dane û 5 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku hêzên wan li bajarê Mareyê û li navçeya Şêrawayê li artêşa Tirk û çeteyên wan dane û 5 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya rêzeçalakiyên hêzên me ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li bajarê Mareyê û li navçeya Şêrawayê yekîneyên me derbên giran li dagirkeran dan.

Di dîroka 24ê Tîrmehê de hêzên me çalakiyeke sekvanî li hember çeteyekî girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mareyê li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Di 25’ê Tîrmehê de li başûrê bajarê Mareyê li derdora gundê Ebla hêzên me bi çekên sivik û navîn çalakiyekî li dijî noqte û stargehên çeteyên Ehrar el-Şam li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên girêdayî Ehrar el-Şam hatin kuştin û 1 jî birîndar bûn her wiha 2 motorsiklêtên çeteyan jî hatin rûxandin.

Di 26’ê Tîrmehê de li navçeya Şêrawa gundê Birc Heyder hêzên me li dijî terorîstên Feyleq el-Şam çalakiyekî sekvanî li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 terorîstên Feyleq el-Şam hatin kuştin.”