HRE: Li Ezazê 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan ya li Ezazê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye 2 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê  (HRE) daxuyaniyek nivîskî da û got; “Hêzên me liv û tevgera artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ên li Efrîn û derdora wê dişopîne û li cihên di bin serweriya wan de derbeyan li wan didin.”

HRE’yê got; “Hêzên me roja 27’ê Tebaxê bi çalakiyeke sabotajê wesayîta leşkerî ku çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî ji gundê Kefer Kilbîn yê girêdayî herêma Ezazê vediguhast ji bo noqteyeke leşkerî li gundwarê bakurê Helebê kirin hedef. Di encama çalakiyê de wesayîta  leşkerî hat rûxandin, 2 çete hatin kuştin û 9 çete jî birîndar bûn.

Heman rojê  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe ên bi çekên giran li dijî herêmên sivîl ên navçeya Şera zêde kirin, artêşa dagirker bi 40 gulleyên hawan gundên Merenaz, Malikiyê û Elqemiyê topbaran kir, di encamê de ziyaneke mezin gihişte mal û zeviyên niştecihên heremê.”