HRE: Li Ezaz û Mareyê 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li Ezaz û Mareyê de 2 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HRE’yê got; “Di çarçoveya çalakiyên me yên leşkerî yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêma Efrîn û derdora wê, hêzên me li herêma Ezaz û Mare 2 çalakiyên sekvanî li dar xistin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “ Hêzên me roja 5’ê Îlonê  çalakiyeke sekvanî çeteyekî girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Kefer Kelbîn yê girêdayî herêma Ezazê kirin hedef. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

Roja 7’ê Îlonê hêzên me bi çalakiyekî sekvanî komeke çete li derdora bajarê Mare kirin hedef. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

Roja 8’ê Îlonê  hêzên me bi çekên giran wesayîteke kar ku çeper ji bo çeteyan li gundê Kefer Kelbîn çêdikir, kirin hedef. Di encamê de wesayîtê derbe xwar û hat bêbandorkirin.”