HRE: Li Ezaz û Mare 6 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li çalakî li dar xistine û 6 çete kuştine.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li çalakî li dar xistine û 6 çete kuştine.

Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin: “ Hêzên me çalakiyên xwe ên li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li herema Efrîn û derdora wê berdewam dikin û derbên giran li dagirkeran dixin.

Di 22 Tebaxê de hêzên me çalakiyek bi bandor a serdagirtinê li dijî çeper û navendên çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herêma Ezazê li dar xistin. Hêzên me ji du baskan bi ser baragehên çeteyan ve girtin. Di encama şerê rû bi rû de 4 çeteyên El Cebha el-Şamiyê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Di 23 Tebaxê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê seyareyeke leşkerî girêdayî çeteyên El Cebha el-Şamiyê li derdora bajarê Mare kirin hedef. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û seyareyek hat rûxandin.

Hemwextî wê, artêşa dagirker a Tirk bi guleyên tank û obusan gundên Minix, Eyn Deqnê, Til Medîq yên girêdayî herêmên Şehba topbaran kirin. Di encamê de ziyaneke mezin gihişt mal û zeviyên sivîlên heremê.”