HRE: Li Efrînê 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku hêzan wan duh li Efrînê li dijî çete û leşkerên Tirk 3 çalakiyên hemwext lidarxisitne û di çalakiyan de 4 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE’yê diyar kir ku hêzên wan duh li Efrînê 3 çalakiyên hemxwest lidarxistine û di çalakiyan de 4 leşker Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniya HRE’yê de hate gotin;

"Çalakiyên hêzên me yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ku li herêma Efrîn û derdora wê didomin.

Roja 21’ê Tîrmehê li gundê Gobelê yê ser bi Efrînê ve hêzên me li dijî çeperên artêşa Tirk 3 çalakiyên hemwext li dar xistin. Di encama her sê çalakiyan de 3 çeper hatin rûxandin, 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin her wiha 5 leşker jî birîndar bûn.”