HRE: Li Efrîn û Babê 4 çete hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de li Efrîn û Babê 4 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrîn û derdora wê bê navber didomînin.

Di 24'ê Tebaxê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê kombûyînekî çeteyên Feyleq el-Şam li gundê Dêrbelût yê girêdayî navçeya Cindêrisê kirin armanc. Di encamê de 2 çeteyên bi navê İbrahîm Ebû Nûr û Xalid Ebû Ehmed birîndar bûn.

Di 25'ê Tebaxê de hêzên me li dijî baregehekî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Hezwan yê girêdayî herêma Babê çalakiyek li dar xistin. Hêzên me ji mesafeyekî nêzîk de li çeteyan dan û çeperên wan ên parastinê rûxandin, di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di dîroka di navbera 24 – 26 Tebaxê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan topên obîs û tankan gundên tije sivîl ên navçeya Şêrawa Kîmar, Soxanekê topbaran kirin, her weha belafirên keşfe ên Tirk bê navber li ser heremê geriyan."