HRE: 9 leşker û 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

HRE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan de yên li herêmên dagirkirî, 9 leşker û 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyê hêzên wan ên li herêmên dagirkirî yên li dijî dagirkerên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo bersivdayina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku her roj zêdetir dibin, di navbera rojên 15 û 20’ê Îlonê de hêzên me li heremên Şera, Şêrewa û Ezazê çalakî lidar xistin."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"15’ê Îlonê li qada gundê Meryemînê ya navçeya Şera ya Efrînê, hêzên me li baregehek artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha derb li seyareyeke zirxî hate xistin.

19’ê Îlonê li nêzî gundê Basufanê ya navçeya Şêrewayê, li baregehek artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.

20’ê Îlonê li gundê Kil Cibrîn ê li bajarokê Ezazê li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakî hate kirin. Di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Heman rojê li hember çeteyên dagirker çalakiyek din li derdora gundê Gobelê ya bajarê Efrînê hate kirin. Di encama vê çalakiyê de jî 4 çeteyên dagirker hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 9 leşker û 4 çete hatin kuştin, 7 leşker û 5 çete jî birîndar bûn."