HRE: 9 çete hatin kuştin, wesayîtek hate rûxandin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihan ku di encama rêzeçakaliyên hêzên wan ên li dijî dagirkeran de 9 çete hatine kuştin, 2 çete birîndar bûne û wesayîtek hatiye rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya rêzeçalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeran eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin;

“17’Ê GULANÊ

Hêzên me li herêma Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encamê de serçeteyê bi navê Ebû Amir Til Rifat jî di nav de 2 çete hatin kuştin, lê belê kuştî û brîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Hêzên me li herêma Ezazê çalakiyek li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xistin, lê belê encama çalakiyê ne hat zelalkirin.

18’Ê GULANÊ

Hêzên me li herêma Marê girtin ser çeteyên artêşa dagirker. Di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Hêzên me li herêma Babê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

19’Ê GULANÊ

Hêzên me li ser rêya gundê Çeqela û Alkana yên bi ser navçeya Şiyê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin, çeteyek birîndar bû û seyareyek jî hat derbkirin.

23’Ê GULANÊ

Hêzên me li nêzî Pira Acer yê bi ser navenda bajarê Efrînê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de çeteyek birîndar bû.

Hêzên me li herêma Marê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de  çeteyek hat kuştin.

25’Ê GULANÊ

Hêzên me li taxa Mehmudiyê yê bi ser bajarê Efrînê de li nêzî benda kontrolê ya çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de seyareyek hat rûxandin, kuştî û brîndarên çeteyan nehat zelalkirin.

Hêzên me li ser rêya Efrîn û Ezazê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de ziyana madî çêbû.

Bi giştî di encama çalakiyên hêzên me de 9 çete hatin kuştin, 2 çete bİrîndar bûn û seyareyek hat rûxandin.

Her wiha artêşa dagirker di demên dawî de gund û navçeyên girêdayî Efrîn û Şehba bi dijwarî topbaran dike û di encamê de ziyanên madî gihîşt sivîlan.”