HRE: 4 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku di çalakiyên hêzên wan de yên li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 4 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Daxuyaniya HRE'yê ya li ser mijarê wiha ye:

"Rojên 4 û 5’ê Sibatê, li gundê Hezwan ê bi ser herêma Babê ve hêzên me li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyên sekvaniyê li dar xistin. Di encamê van çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.

Roja 4’ê Sibatê li gundê Meryemîn ê bi ser navçeya Şera ve li hember çepereke çeteyên Cebhe El-Şamiye hêzên me çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de hejmara kuştiyan nehat zelalkirin, li gorî agahiyên bi dest ketine 2 çete birîndar bûn. Her wiha çeperek û çekeke doçka hatin rûxandin.

Roja 5’ê Sibatê, li derdora bajarê Mareyê hêzên me li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Her wiha artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa, Şera û herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin. Di heman demê de artêşa dagirker baregeha hêzên Rûsyayê ya li gundê Kiştaar topbaran kir."