HPG'ê 5 gerîlayên li Mûşê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên ku di mehên Mijdar û Kanûna 2019'an de li başûrê Mûşê şehîd bûn eşkere kir û ew bi bîr anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di 8'ê Mijdara 2019'an de artêşa TC a dagirker li qada Dorşînê û başûrê Mûşê dest bi operasyonê kir û nêzî 2 mehan operasyonê dewam kir. Di dema operasyonê de 7'ê Kanûna 2019'an li başûrê Mûşê li qada Welikayê 5 hevalên me şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ciwan Tolhildan

Nav paşnav: Mûsa Kalkan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Delal-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Kanûna 2019'an / Başûrê Mûşê

 

Nasnav: Doga Canfeda

Nav paşnav: Zehra Eryilmaz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Kûdîse-Mehmet Veysî

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Kanûna 2019'an / Başûrê Mûşê

 

Nasnav: Şervan Amed

Nav paşnav: Suleyman Çinar

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Habîbe-Nedîm

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Kanûna 2019'an / Başûrê Mûşê

 

Nasnav: Tolhildan Amed

Nav paşnav: Melîk Bal

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Gulsum-Îhsan

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Kanûna 2019'an / Başûrê Mûşê

 

Nasnav: Zinar Amed

Nav paşnav. Erdal Tekay

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Remziye-Ekrem

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Kanûna 2019'an / Başûrê Mûşê

Dewleta TC a faşîst dewleteke ku li ser komkujî, qirkirin, talan û zilmê ava bûye. Weke ku di dîroka xwe ya nêz de tê dîtin, ev pergala faşîst û nîjadperest ji bilî zîhniyeta xwe ya faşîst hebûna gelekî qebûl nake û çi bi qirkirinê çi jî bi pêkanînên asîmîlasyonê hewl dide ji holê rabike. Li dijî vê zîhniyeta nexweş tenê bi berxwedaneke dijwar mirov dikarin li ser piyan bimînin. Bêguman di vê berxwedanê de wê berdêlên giran hebin. Kadroyên pêşeng ên tevgera PKK'ê ji ber ku bi vê zanîbûn li zindanên Amedê bêdudilî bedena xwe ji bo paşerojeke bi rûmet danîn ber mirinê û têkoşîneke destanî nîşan dan. Gelê Kurd xwe bi xurtî li vê têkoşîna bi rûmet girt û serxistina vê têkoşînê jî ji bo xwe weke wezîfeyekê dît. Ji heft heta heftê salî berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di nava her şert û mercî de li dijî êrişên li ser hebûn û îradeya gelê Kurd, di xeta Rêber Apo û şehîdên nemir de bêteredût têkoşiyan. Gerîlayên azadiyê ku zû xwe li gorî şert û mercên demê amade kirin, ji bo têkoşîna şehîdên me bi ser bixînin Gerîlayên Modernîteya Demokratîk bi pêş ve dixin û bi vî rengî bersiva herî xurt û bi bandor didin dagirkeran.

Hevrêyên me Zinar, Ciwan, Doga, Şervan û Tolhildan jî ji bo bibin pêşeng ji Gerîlayên Modernîteya Demokratîk re, ji bo wezîfe û berpirsyariyên demê bi cih bînin tevlî nava refên gerîla bûn.

Li dijî her şêwe lîstik û zextên şerê taybet ên dewleta dagirker, bi biryardarî li ser rêya Rêber Apo û şehîdan meşiyan û bi kedeke mezin û ruhê fedayî yê Apoyî bi lehengî şer kirin. Li dijî hêzên dagirker ku xwedî zîhniyeteke li derveyî mirovahiyê ye û bi rengekî nemerdane êrişê dibe ser nirxên me, bi vî rengî hewl dide hebûna gelê Kurd ji holê rake, bi fermandariya fermandar Zinar hevrêyên me Ciwan, Doga, Şervan û Tolhildan ji bo jiyaneke bi rûmet li ber xwe dan.

Di serî de malbatên hêja yên her 5 hevrêyên me yên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşînê ku mîrateya şehîdan e bi ser bixînin."