HPG’ê 3 gerîlayên li Çelê şehîd bûbûn bibîr anî

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên 31’ê Gulanê di şerê li Çelê ya bi artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn eşkere kir.

HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: “Me di daxuyaniya xwe ya 28’ê Hezîranê de ragihandibû ku 31’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li devera Dewra Qesradê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyonê kiribû û di operasyonê de şer di navbera dagirker û hêzên me de qewimî bû. Di vî şerî de me ragihandibû ku hevêryên me Brûsk, Kawa û Harûn şehîd bûbû.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Brûsk Amed
Nav û Paşnav: Bariş Bardakçi
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Hediye – Şukrü
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çelê/ 31’ê Gulana 2020

Brûsk – Bariş Bardakçi

Nasnav: Harûn Ozgur
Nav û Paşnav: Engîn Denîz
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Salîha – Ahmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çelê/ 31’ê Gulana 2020

Harûn – Engîn Denîz

Nasnav: Kawa Rustem
Nav û Paşnav: Xelîl Nahsen
Cihê Jidayikbûnê: Haleb
Navê Dayikê-Bav: Amûne – Welîd
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çelê/ 31’ê Gulana 2020

Kawa – Xelîl Nahsen

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi xwîna heskiriyên azadiyê hatiye nivîsandin, dîrokekî bê emsal e. Dîroka gelekî ku ber bi tinebûnê hatî hiştin, li dîrokê hatî hebiskirin, li himêza Kurdisanê ji nû ve şîn bûne; ji aliyê lehengên bi hestên herî paqij girêdayî gel û welatê xwe ve ji nû ve hatiye nivîsandin. Bê şik û guman a vê derxistî felsefeya Rêber Apo ye. Xeta welatê azad û nasnameya azad a PKK pêşengtiya wê dike, ji aliyê ciwanên leheng ên Kurdistanê ve bê dudilî xwedî lê derketiye û deriyên pêngavekî nû vekiriye.

Dewleta mêtinger û faşîst, Kurdistana Azad a bilind dibe û ciwanên Kurd ji bo xwe tehdîd dibîne û ji bo vê rastiyê jî ji holê rake, ji bo xwe kiriye yekane hedef. Dewleta TC a bi hemû derfetên teknîkê daye pişt xwe bi armanca tesfiyekirina têkoşîna azadiya Kurd, tevî van hemû hewldanan jî, ji encamgirtinê pir dûr e. Kengê qîrîn û hewarên bi xwîn ên seketinê daye, li cihê ku ne li bendê û ne hêvî dikir ji gerîlayên azadiyê derbên mirinê girtine. Tevî desteka bê sînor a li qadê ya bi deh hezaran leşker û hêzên emperyalîst a ji bo tefiyekirina PKK’ê daye TC’ê jî, fedayiyên Kurdistan li ser hev darbe li faşîstan daye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku têkoşînê kêlî bi kêlî dide, ji bo xeyalên azadiya gelê Kurd ti demê ji berdêl dayînê xwe nedaye paş. Hevrêyên me yên di nava refên pêş ên têkoşînê de bi milîtanî dimeşin, dan nîşandan ku şêwaz û rêbaz çawa bê kirin. Bê şik û guman ciwanên Kurdistanê ref bi ref berê xwe didin nava regên gerîla her demê xwedî li xeta fedayîtiyê derketine.

Hevrêyên me Kawa, Harûn û Brûsk ên li pêşberî êrîşên qirker, mêtinger ên dewleta Tirk a faşîst bedenên xwe kirin bend, weke nûnerên xeta milîtanî û fedayîtiyê; dilê xwe bi têkoşînê re kirin yek, bi helsesta xwe ya redîkal a li pêşberî êrîşên dijmin xwedî li çanda têkoşînê derketine û rêya me ronî kirin û bûn stêrk û cihê xwe yê birûmet ê di nava şehîdan de girtin.

Di serî de sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe Kawa, Harûn û Brûsk û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin, soz didin ku em ê ala şehîdên xwe yên leheng a azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.”