HPG: 4 drone û mobesseyek hatin îmhakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Zapê di çalakiyan de 4 drone û kamerayeke mobesseyê îmha kirin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

18'ê Hezîranê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê droneyeke dagirkeran a li ser qadê digeriya bi çekên ferdî hate xistin.

19'ê Hezîranê saet di 15:40'î de li Qada Bexwedanê ya Girê FM'ê droneyeke dagirkeran a li ser qadê digeriya bi çekên ferdî hate xistin.

17'ê Hezîranê saet di 10:32'î de droneyeke dagirkeran a li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê digeriya bi rêbaza sûîqestê hate xistin.

17'ê Hezîranê saet di 23:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

18'ê Hezîranê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse bi rêbaza sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

19'ê Hezîranê saet di 07:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

19'ê Hezîranê saet di 18:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

18'ê Hezîranê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

18'ê Hezîranê saet di 15:30'î li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyek bi çekên ferdî hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

19'ê Hezîranê saet di 09:25 û 17:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku dixwestin sîstemeke kamera ya mobesse bi cih bikin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

18 û 19'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

17, 18 û 19'ê Hezîranê li Herêma Qendîlê qadên Newroz, Girê Zergelê û Sîlê 4 caran, li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Lolan û Kendekolayê 5 caran, li Herêma Garê qadên Girê Zengil, Girê Reşît 2 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Dergelê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Bihar 4 caran; bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18 û 19'ê Hezîranê li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin."