Gel li ber DEDAŞ'ê li hev kom bû

Ji ber rola DEDAŞ'ê ya di şewatê de, Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li ber DEDAŞ'ê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Vê felaketê nîşan da ku pirsgirêka Kurd li her qadê heye."

DAXUYANIYA LI BER DEDAŞ'Ê

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê têkildarî şewata li Çinar û Şemrexê ku 20’ê hezîranê rû dabû, li ber Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) daxuyanî da. Di şewatê de 15 kesan canê xwe ji dest dabûn û bi dehan kes birîndar bûbûn, bi hezaran donim zevî şewitîbûn, bi hezaran heywan miribûn û birîndar bûbûn. Xelkê gundên şewatê diyar dikin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê ango têlên ceyranê derketiye.

Rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Divê DEDAŞ ne ji bo desthilatdariyê ji bo xelkê xizmet bike” vekirin.

Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku bi salane polîtîkayên qirêj li ser gelê kurd tê meşandin û got: “Desthilatdariyê saziya ku di xizmeta gel de bû firot. Ji bo Kurdistanê razemenî nehat kirin, xizmeta ceyranê nedan xelkê. Li herêma şewatê afet qewimî. Em li ber DEDAŞ’ê ne û xemsariya wê şermezar dikin.”

Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik daxuyanî xwend û felaketa şewatê ku 15 mirovan canê xwe têde ji dest da bi bîr xist û destnîşan kir ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê û têl û dîrekên kevnbûyî ceyran derketiye. Tekîn diyar kir ku heke tevdîr neyên girtin dê heman felaket dîsa biqewimin. Tekîn got ku heke tevî hawar û daxwaza xelkê herêmê jî mudaxile li şewatê nehatiye kirin û amûrên vemirandinê sewqî cihê şewatê nehatine kirin û ev bûye sedema ku felaket mezin biqewime û 15 mirov canê xwe ji dest bidin. Tekîn da zanîn ku desthilatdarî bi xemsarî û bêberpirsiyarî tevgeriyaye û ev hemû xemsarî bûye delîltiya felaketê.

Tekîn anî ziman ku şewat veguheriye komkujiyê û wiha got: “DEDAŞ têl û dîrekên xwe tamîr nekiriye. Her çiqas DEDAŞ ji berpirsiyarê bireve û bêje ceyran ne ji ber dîrek û têlan e jî lê bi raporên ku hatin amadekirin eşkere bû ku şewat ji ber ceyranê derketiye. Çavê DEDAŞ’ê û rayedaran lê ye ku DEDAŞ’ê derxin paqijiyê û sedema şewatê bikin ‘şewitandina pirêzeyan’. Rayedarên desthilatdariyê û DEDAŞ dixwaze ser mirin û felaketa ku pêk hatiye bigirin û berpirsiyaran veşêrin. Rayederek jî heta niha der barê berpirsiyariya DEDAŞ’ê tu daxuyaniyek nedaye. Ev jî tê maneya şirîkatiya berpirsiyariyê.

Tekîn da zanîn ku ji bo birînên birîndarn bipêçin û bikewînin wê xebatên xwe bidomînin û got: “DEDAŞ bepirsê ewil ê 700 milyon lîreyê xesarê ye. Em ê wek DEM Partî ji bo hesab ji kesên di şewatê de xemsarî û berpirsiyariya wan heye were xwestin, têbikoşin. Ji bo xesara welatiyan ji holê bê rakirin wê xebatên me bidomin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî axivî û bal kişand ser xemsarî û berpirsiyariya DEDAŞ’ê û got: “Pêwîste DEDAŞ were kontrolkirin. Berpirsiyariya hemû rayedaran di mirina 15 welatiyan de heye. Em ê ji bo hesabpirsînê têbikoşin. Divê xesara madî û manewî ji holê bê rakirin. Ji bo vê jî divê edalet were temînkirin.”