Hêzên Tirkiyeyê li Efrînê 6 jê Êzidî 15 kes revand

Hêzên dagirker ên Tirkiyeyê û çeteyên wê li Efrînê ji malbateke Êzidî 6 kes û ji gundên cihê jî 9 kes revand.

Li gorî nûçeya ANHA’yê li gundê Qibar ê Efrînê ji heman malbatê 6 kesên Êzidî û ji gundên Şexorze, Qoşo, Xelîlak û Qeregul ê navçeya Bilbilê jî 9 kes hatin revandin. Hate ragihandin ku Êzidiyên hatine revandin, ciwan in. Ji ber êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê jinên li gundan jî xwe spartin gundê derdorê.

Kesekî ji Efrînê yê ku nexwest navê xwe bide got ku, çeteyan li gundê Qeregul alavên di mala kesê bi navê Henan Tahir diziye û piştre agir berdane malê.

Êrîşên dagirker ên li ser Efrînê di 20’ê Çileyê de dest pê kiribû û di 18’ê Adarê de navenda Efrînê hatibû dagirkirin. Rûsyayê pêşiya êrîşan vekiribû û hêzên welatên rojava jî bêdeng mabûn. Li Efrînê bi sedan sivîl hatin qetilkirin, binesaziya bajêr hate hilweşandin, mal û kargeh hatin talankirin. Bi sed hezaran kesan jî ji ber êrîşên dagirkeriyê ji neçarî warên xwe terikandin.