Hêzên ser bi dewleta Tirk li Efrînê têk çûn

Efrînê, bi destpêkirina Şoreşa Rojava re li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk timî li ber xwe da. Li gel derfetên herî kêm jî berxwedan nesekinî û teslîmiyet çênebû.

Efrîn ku di herikîna dîrokê de timî bajarekî Kurdan e, di navbera salên 1979-1998'an de bi karên bênavber ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Sûriye û Rojhilata Navîn xwe bi rêxistin kir. Ji vî bajarî gelek tevlîbûn li nava refên tevgera azadiyê ya Kurd çêbû. Hîn şoreşê bi rengekî fermî dest pê nekiribû, şervanên destpêkê yên YPG û YPJ'ê li Efrînê hatin perwerdekirin.

Tevî ku ji aliyê Tirkiye, OSO, rêveberiya Baasê ya Sûriyeyê dorpêçkirî jî bû, piştî Kobanê di 20'ê Tîrmeha 2012'an de bi şoreşê rabû. Efrîn timî bû hedefa hêzên dijminê şoreşê, bû hedefa hêzên dewleta Tirk ên li qadê çeteyên OSO, Biratiya Misilman, ENKS, Cephet El Nûsra û DAÎŞ'ê.

Li Efrînê ku êrişên destpêkê yên çeteyên OSO yên dewleta Tirk di Cotmeha 2012'an de li vê herêmê bû, hêzên YPG û YPJ'ê li gel kêmaniya çek û cebilxaneyan jî di vê pêvajoyê de li ber xwe dan û dijmin têk birin.

ŞERVANÊN DESTPÊKÊ YÊN YXK Û YPG'Ê LI EFRÎNÊ HATIN PERWERDEKIRIN

Dema ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, pêşengên Şoreşa Rojava hesabê wê kiribûn ku dewleta Tirk a dijminê dîrokî yê Kurdan û hêzên din wê êrişî Rojava bikin. Li ser vê bingehê ji sala 2011'an û pê ve hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Di avakirina hêzên parastinê de Efrîn bi erka sereke rabû. Ji sala 2011'an û pê ve li gel kêmaniya derfetan, Efrîn jî di nav de li tevahiya navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê hêzên parastinê bi navê YXK'ê xwe bi rengê tîmên veşartî bi rêxistin kirin. Şervanên destpêkê yên Yekîneyên Xweparastina Kurdsitanê (YXK) ku piştre bû YPG, hemû li Efrînê hatin perwerdekirin. Ji ber ku di nava wan şert û mercan de ku dewleta Sûriyeyê hîn xurt bû, Efrîn bi cografya xwe ya çiyayî û daristanî yekane cih bû ku ji perwerdeya veşartî re guncaw bû.

Dewreya destpêkê ya perwedeya leşkerî li gundê Banikê yê navçeya Raco ya Efrînê, li şikeftekê bi rengekî veşartî hate kirin. Di vê perwerdeyê de ji bo 156-20 rojan li ser mijarên civakî û leşkerî şervan hatin perwerdekirin. Ber bi sala 2012'an ve li 2 gundan çend dewreyên din ên perwerdeyê hatin lidarxistin. Sala 2012'an li 2 gundên cuda jî dewreyên veşartî yên perwerdeyê pêk hatin.

DESTPÊKA ŞOREŞÊ Û RAGIHANDINA TÛGAYA EFRÎNÊ YA YPG'Ê

20'ê Tîrmeha 2012'an li Kobanê, piştre jî li Efrînê agirê Şoreşa Rojava hate vêxistin. Hêzên parastinê yên ketin nava liv û tevgerê, hêz û leşkerên rêveberiya Şamê ji navçeyên Efrînê derxistin. Tenê li navenda bajêr hin nuqteyên siyasî û leşkerî yên rêveberiya Şamê man. Piştî demekê ev nuqte jî hatin dorpêçkirin û li dû şerekî biçû bajar bi temamî ji hêzên Baas a Sûriyeyê hate paqijkirin.

Demeke kurt li pey rizgarkirina bajêr li daristana Kefersafra ya Cindirêsê tûgaya YPG'ê hate ragihandin.

Karker Efrîn ku wê demê endamê Fermandariya YPG'ê ya Efrînê bû, qala merasîma ragihandinê kir: "Di encama karê me de yê ji sala 2011'an û pê ve meşand, li her nehiyê hêzeke me ya ji 1-2 tîman ava bûbû. Me hêza xwe ya li Efrînê kom kir. Kincê hemûyan jî sivîl bû. Wê demê derfetên me tune bûn, me tenê karîbû êlek ji hêzên xwe re çêibkin. Bi 180 şervanî me Tûgaya YPG'ê ya Efrînê ragihand. Dema ku şoreşê dest pê kir zêde çekên me tune bûn. Lê belê dema ku me hêzên rejîmê ji navenda bajêr derxist, derdora 112 kalaşnîkof û çend çekên BKC û B7 me bi dest xist. Êdî piraniya hêzên me biçek bûn. Yên ku çekên xwe tune bûn, di dema merasîmê de me li paşê bi cih kir."

Sala 2013'an jî Tabûra destpêkê ya YPJ'ê ya li tevahiya Rojava, li Kantona Efrînê bi navê Şehîd Rûken hate avakirin.

ÊRIŞÊN LI SER ŞÊX MEQSÛD Û EFRÎNÊ DEST PÊ KIRIN

Piştî ragihandina Şoreşa Rojava, Tirkiyeyê ji bo tasfiyekirina şoreşa ku nû dest pê kir, berê komên OSO û Biratiya Misilman da Kurdan û Rojava. OSO û rayedarên MÎT'ê sala 2012'an li Rihayê çend mehan carekê berê çeteyan dan taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê û 27'ê Cotmehê jî berê çeteyan dan qada Kastel Cindo ya Efrînê.

Gule li ser Kurdên di navbera taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de meşiyan, reşandin. Di êrişê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn. Di êrişê de çeteyên Azadî yên ser bi ENKS'ê jî hebûn. YPG'ê bi tundî bersiv da çeteyên OSO. Di şer de 19 çeteyên OSO hatin kuştin, bi dehan jÎ birîndar bûn. Hêzên YPG'ê yên Efrînê hêzên xwe şandin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Çeteyên OSO ku derba giran ji YPG'ê xwarin, birîndarên xwe li pey xwe hiştin û ji taxan reviyan. OSO 26'ê Cotmehê ji bo wergirtina birîndarên xwe banga hevdîtinê kir, lê belê kemîn danî pêşiya koma ku çû vê hevdîtinê. Piştî vî şerî Fermandara YPG'ê Şaha Elî Evdo (Nûjîn Dêrik) bi birîndarî dîl girtin.

Karker Efrîn anî ziman ku heta vê pêvajoyê destûr nehate dayin ku OSO li Efrînê bi cih bibe, lê belê ketin û derketin jî nekarî bê astengkirin û got, "Lê belê piştî êrişa li Şêxmeqsûdê û dîlgirtina hevala Nûjîn me rêyên Efrînê hemû girtin. Ji bo berdana hevala me, me jî endamên OSO yên hatin Efrînê hemû dîlgirtin. Ji xwe ji wê demê û pê ve timî êriş li dijî me hatin kirin û me destûr neda ku OSO mîna berê li Efrînê katibe bi hêsanî tevbigere."

DEWLETA TIRK DESTPÊKÊ ÊRIŞÎ KASTEL CINDO KIR

Êrişa destpêkê ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser xaka Rojava, di 27'ê Cotmeha 2012'an de li Kastel Cindo bû. Bi serkêşiya çeteyê bi navê Asîfet Şîmal ê bi fermandariya OMer Dadixi yê bi îstîxbarata Tirk re dixebitî 11 çeteyan êrişî Gundê Kastel û Girê Kastel Cindo kirin. Çeteyan destpêkê êrişî nuqteya kontrolê ya Marîneyê kir û ev êriş bi şev pêk hat. YPG'ê li hemberî êrişên li ser Marînê Hacîzî û Girê Kastel Cindo berxwedaneke xurt nîşan da. Di şerê 3 rojan de ji YPG'ê 7 kes birîndar bûn. Çeteyên ku gelek kuştî û birîndar dan, daxwaza agirbestê kirin.

Fermandarê berxwedana li Girê Kastel Cindo Karker Efrîn wiha axivî; "Tirkiyeyê û Dadixi bi komployekê bi 11 çeteyan êrişî me kiribû. Ji OSo re gotibûn, 'YPG'ê li Efrînê endamekî OSO dîl girtiye û kuştiye'. Plana wan ew bû ku Girê Kastel Cindo bi dest bixin û piştî rojekê jî xwe bigihînin Efrînê. Digotin 'Em ê Kastelê bi dest bixin û nîvro jî li navenda Efrînê nimêjê bikin'. Ji ber ku zanîbûn ku derfetên YPG'ê kêm in, weke hêzeke ku karibe bi xurtî li ber xwe bide nedidîtin. Gund û girê Kastelê ji bo Efrînê stratejîk bû. Hem li ser sînorê Kîlîsê hem jî Ezazê bû. Girê Kastel Cindo li ser tevahiya Efrînê serwer bû. Tirkiyeyê çekên giran û hin leşker anîbû ser sînor. Xwarin û cebilxaneyên çeteyan hemû ji Kîlîsê dihatin.

Ji gelek baskan ve êriş kirin. Tenê roja destpêkê 27 caran êriş kirin. Tevî ku hêzên me bêtecrûbe bûn, hejmara me li gorî wan kêm bû û cebilxaneya me kêm bû jî me êriş hemû şikandin. Roja sêyemîn êdî cebilxaneya me nema bû. Tenê fîşekên bi hevalan re mabûn. Li tevahiya Efrînê cebilxane tune bû. Li tevahiya Efrînê tu komî ser hev bike tenê 10 fîşek peyda dibû. Dîsa jî me li ber xwe dida, lê belê wan banga agirbestê li me kirin. Di encama hevdîtinan de weke hêzeke sêyemîn a ku li dijî me şer nake li ser gir bi cih kirin. Em hinekî xwe berdan jêrê. Hêzên ku êriş kirin xwe vekişandin. Lê belê piştre komên êrişkar careke din anîn û li ser gir bi cih kirin."

PROVOKASYONÊN KOMÊN KURD ÊN ENKS'Ê Û ŞERÊ WAN

Sala 2012'an komên çekdar ên bi navê Azadî, Selahaddîn Eyyûbî yên ser bi ENKS'ê û MÎT'ê hatin avakirin. Van koman hîn ji sala 2012'an ve bi OSO re tevdigeriyan û gef li YPG'ê dixwazin. Partiyên wan PDK-S, Yekîtî, Azadî yên ENKS'ê jî li her qadê li dijî Şoreşa Rojava propagandayên reşkirinê dimeşandin û komplo dikirin. Li Efrînê li gundên Celeme, Birç Abdullah, Basute yên di bin bandora MÎT û Barzanî de komên çete yên Kurd dihatin birêxistinkirin. Sala 2012'an li gundê Celeme yê Cindirêsê Ketîbeya Selahaddîn hate avakirin. Sala 2012'an YPG'ê li dijî van hêzan operasyonên biçûk kirin û hişyarî dan wan ku derkevin derveyî bajêr, lê belê şer neqewimî.

Sala 2012'an li Rihayê di civînên navbera MÎT û fermandarên OSO de biryar hatibû dayin ku hin çeteyên nû yên Kurd bêne birêxistinkirin. Sala 2012'an di êrişên dijî Şêxmeqsûd û Kastel Cindo de hêzê mîna Azadî, Ketîbe Selahaddîn jî hebûn.

Di Adara 2013'an de YPG'ê ji Cindirêsê heta Bilbilê li dijî van çeteyên ENSK'ê dest bi operasyonê kir. Di van operasyonan de li gundên Basutê, Birç Abdullah û Çaqilma yê Racoyê şer qewimî. Di encama van operasyonan de pêşî li provokasyonên van hêzan ku li Efrînê dikirin, hate girtin.

'ÇETEYAN BI HEV RE ÊRIŞÎ ME DIKIRIN'

Karker Efrîn ala sedem û encama operasyona Adara 20132'an kir: "Çeteya bi navê Selahaddîn Eyyûbî li gundê Basutê civînek çêkiribû. Dema ku heval çûn ji bo wan hişyar bikin, li gundê Birç Abdullah gule li hevalan hate reşandin û 2 heval dîl hatin girtin. Ew birin Dart Îze ya Idlibê û teslîmî komên din ên çete kirin. Me jî ji bo berdana hevalên xwe nuqteyên li xeta Birç Abdullah û Basutê dorpêç kir. Me dem dan wan ji bo hevalên me vegerînin. Lê belê neanîn û di navbera me û wan de şer qewimî. Piştre teslîm bûn. Ji Cindirêsê heta Bilbilê me operasyon kir û gelek kesên bi MÎT'ê re dixebitîn destgîr kirin. Li gundekî Racoyê ji bo girtina kesekî me operasyon kir. Em ketin nava gund. Civînên wan hebûn. Hemû jî çekdar bûn. Li gundê Çaqilma bûn. Dema ku em ketin gund hemû derketin. Tevî ku hevalên me gotin 'Em nehatine şer bikin' lê belê li gund belav bûn û gule berdan.

Li ser vê yekê şer qewimî. Windahî dan û li her derê teslîm bûn. Me jî ji wan dîl girtin. Piştî ku wan hevalên me yên birin Idlibê berdan, me jî ew berdan. Ev şer ne tercîha me bû, ji bo Kurdan me erênî nedidît. Lê belê ew ji bo MÎT'ê dixebitîn û li her derê OSO bi rêxistin dikin û êrişî YPG'ê û şoreşa me dikirin."

SALA 2013: ÊRIŞÊN GIRAN ÊN LI SER EFRÎNÊ Û BERXWEDAN

Sala 2013 saleke welê bû ku hêzên dewleta Tirk ên li qadê; OSO, Biratiya Misilman, ENKS, Cebhet El Nûsra û DAÎŞ li Rojava di serî de Efrîn û Serêkaniyê êrişî gelek herêman kirin. Di Gulana 2013'an de beşeke mezin a hêzên YPG'ê yên Efrînê li Şêxmeqsûdê li dijî hêzên hikumeta Şamê û çeteyên OSO-Cebhet El Nûsra di nava berxwedanê de bûn. Hingî ji xeta Basilê ya Şêrawa êriş kirin.

YPG û hêzên YPJ'ê yên vê demê nû ava bûbûn, li xeta Şêrawayê mehekê li dijî çeteyan berxwedaneke mezin nîşan dan û çete ji gundên Şêrawa ya Efrînê yên dagirkirî derxistin. YPJ di vî şerî de şehîdên xwe yên destpêkê da. Şervanên YPJ'ê Bêrîvan û Silava li Basilê şehîd bûn.

'DEMA KU EM LI ŞÊXMEQSÛDÊ DI ŞER DE BÛN, WAN JI ŞÊRAWAYÊ ÊRIŞ KIRIN'

Karker Efrîn qala berxwedana Şêrawayê kir:

"Çete ketibûn xeta Gobeleyê. Bêguman ji gundên li wê derê hinek tevlî wan bûbûn. Çeteyên Azadî, Selahaddîn Eyyûbî tevlî van êrişan bûn. Wê demê li Helebê em di şer de bûn û li wan gundan hema bêjin hêzên me qet tune bûn. Li gundê Ziyaretê hinek hevalên me hebûn. Ew jî dorpêç kiribûn û ji gundê Ziyaretê derxistibûn. Em ji Helebê hatin Efrînê.

Wê demê li tevahiya Şêrawayê şer hebû. Her carê êrişî gundekî dikirin, li gundekî din jî êriş didan destpêkirin. Herî dawî êrişî Gundê Mezin û Başemre kirin. Li gundê Basilê çete demekê man. Piştre me ji Gobeleyê dest bi operasyonê kir û ji gundên Cilbir, Bene, Basilê çete derxistin. Tenê gundê Ziyaretê di destê çeteyan de ma. Me ew jî sala 2015'an ji çeteyan paqij kir. Tîrmeha 2013'an ji bilî çend êrişên biçûk, aram bû. Lê belê vê carê ji xeta gundê Basufanê êriş kirin, lê nekarîn tiştekî bi dest bixin. Şer 3-4 rojan dewam kir û vekişiyan. Yên ku serkêşî ji van êrişan re dikirin komên Lîwa Tevhîd û Lîwa Fetîh ên îstîxbarata Tirk bûn."

BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRIŞÊN DAÎŞ'Ê YÊN LI SER GUNDAN

Piştî ku êrişên çeteyên OSO û Îxwanî yên Îlona 2013'an bi ser neket, dewleta Tirk vê carê jî bi rêya DAÎŞ'ê êrişî Efrînê kir. 24'ê Îlonê çeteyên DAÎŞ'ê ku li girên girîng ên li ser sînorê Cindirêsê û Idlibê bi cih bûn, gule li şervanên YPG'ê yên li herêmê barandin. YPG û YPJ'ê jî li dijî hin giran dest bi pêngavê kirin. Girekî stratejîk kontrol kirin. Piştî rojekê jî çeteyên DAÎŞ'ê êrişeke giran birin ser vî girî û girên li derdorê. Di vî şerê 17 rojan de 7-8 şervanên û fermandarên YPG-YPJ'ê şehîd bûn, derdora 60 DAÎŞ'î hatin kuştin. Lê belê hîn şerê li Cindirêsê bi dawî nebûbû DAÎŞ'ê vê carê ji Ezazê êriş bir ser Girê Kastel Cindo.

Karker Efrîn ku wê demê endamê Fermandariya Efrî ya YPG'ê bû, qala êrişên DAÎŞ'ê yên Îlona 2013'an ên li ser Cindirêsê û Girê Kastel Cindo û berxwedanê kir:

"Ji ber ku wê demê li Helebê me li dijî çeteyan şer dikir, li nava Efrînê hejmara me têrê nedikir. Ji ber vê yekê me nikarîbû girên li ser sînor kontrol bike. Çete lê bi cih bûn û ji vê derê êriş kirin. Ji bo em karibin parastina xwe bikin me li van giran pêngav dan destpêkirin. Bêguman hejmara wan ji ya me gelekî zêdetir bû û êrişên hîn mezintir û bi hov kirin.

Hîn şerê li wir neqediya 2 yan jî 3'ê Cotmeha 2013'an DAÎŞ'ê vê carê êrişî gundê Kastelê kir. Hevalan li ber xwe dan, şehîdên me çêbûn. Wê demê DAÎŞ'ê êrişî Ezazê kiribû û çeteyên OSO yên berê êrişî me kiribûn hemû reviyabûn Girê Kastel Cindo. Dema ku em ji Cindirêsê gihîştin Girê Kastel Cindo 5'ê Cotmehê bû. Ev kom hatin ser gir. DAÎŞ'ê dabû ser pişta wan. Pêşniyar li me kirin ku tevî me li dijî DAÎŞ'ê şer bikin. Me qebûl nekir. Me çek ji wan stand û hiştin ku derbas bibin. DAÎŞ'ê yekser êrişî Girê Kastel Cindo kir. Em û DAÎŞ êdî li dijî hev bûn. Ev şer heta ku DAÎŞ xwe vekişîne xeta Babê yanî 2,5 mehan dewam kir. Di vî şerî de me 15 hevrêyên xwe şehîd dan."

HÊZÊN EFRÎNÊ TEVLÎ ŞERÊ KOBANÊ Û PÊNGAVA ŞEHBAYÊ BÛN

Di sala 2014'an de li ser Efrînê êrişeke cidî nebû, lê belê hêzên YPG û YPJ'ê yên li Efrînê, li Helebê li dijî çeteyên OSO û li Kobanê jî li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe dan.

Dewleta Tirk vê carê jî berê çeteyên DAÎŞ'ê da Kobanê û 14'ê Îlona 2014'an êrişî Kobanê kir. Hêzên YPG û YPJ'ê nêzî 300 şervanên xwe ji Efrînê ber bi Kobanê ve şand berxwedana li dijî DAÎŞ'ê û piraniya van şervanan şehîd bûn.

Sala 2013'an li Ezaz, Cerablûs, Til Eran û Til Hasilê 21 komên çete yên dewleta Tirk êriş kirin, komkujî kirin û di encamê de jî Cebhet El Ekrad xwe li Efrînê kir, li vê derê li gundên Efrînê rêxistiniya xwe dewam kir. Her wiha sala 2014'an hêzên mîna Lîwa Siqûr Şîmal û Ceyş El Siwar ên ji êrişên Cebhet El Nûsra û DAÎŞ'ê yên li Idlibê reviyan xwe li Efrînê girtin, li gundên Efrînê xwe birêxistin dikirin. Ev hêz di bin navê Hêzên Şoreşger de li hev kom bûn û tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn ku sala 2015'an ava bû. Sala 2015'an ji ber ku Efrîn bi temamî dorpêçkirî bû û êriş li ser dihate kirin, Hêzên Şoreşger, YPG û YPJ'ê Mijdara 2015'an gundên Îştehare, Tinib, Meryeminê, Anabkê ji çeteyên dewleta Tirk rizgar kirin. 3-4'ê Sibata 2016'an gundên Ziyaretê û Xirabkê rizgar kirin.

12'ê Sibata 2016'an hêzên QSD'ê yên Efrînê dor li Til Rifetê girtin û pêngava rizgarkirina Şehbayê dan destpêkirin. Di encama vê operasyonê de bajarokên Dêr Cemal, Teneb, Keştear, Merenaz, Vîllat El Qadî, Elqemiye yên Efrînê û bajarokên Til Rifet, Kefer Naya, Kefer Nasih, Ihris, Eyn Deqnê, Beylûniye, Şêx Hîlal, Kefer Entwan, Şehabiye û Tİl Ecar ên Şehbayê, Balafirgeha Leşkerî ya Minixê ji çeteyên dewleta Tirk rizgar kirin. Piştî ku ev herêm ji çeteyên dewleta Tirk hate rizgarkirin, Hêzên QSD'ê yên Efrînê ku ji YPG, YPJ û hêzên şoreşger pêk dihatin, gihîştin sînorê DAÎŞ'ê.

DEMA KU LI DIJÎ DAÎŞ'Ê PÊNGAV DIKIRIN, DEWLETA TIRK ÊRIŞ KIR

Sala 2016'an bi peymana navbera Tirkiye û Rûsyayê re ku di berdêla Helebê de Şehba dihate xwestin, dewleta Tirk 24'ê Tebaxa 2016'an ji Cerablûsê dest bi êrişa dagirkirina Şehbayê kir. Hêzên Efrînê yên QSD'ê jî 30'ê Tebaxa 2016'an li dijî hêzên DAÎŞ'ê yên li Babê dest bi pêngavekê kirin. Di çarçoveya pêngavê de gundên Um Hoş, Um Qura, Herbel, Hesiye, Semûqa, Til Qerah, Wehşiye, Fafîn, Qeramil, Til Midyeq, Qolsirûc, Hewarîn, Til Şeîr, Muşat, Kefer Qaris, Til Sosyan û Elaoşa; febrîqeya çîmento ya li gundê Til Sosyan û Bendava Şehbayê ji eçteyan hatin rizgarkirin.

Lê belê vê carê ne DAÎŞ, lê belê dewleta Tirk derkete hemberî hêzên QSD'ê yên ber bi Babê ve diçûn.

Karker Efrîn qala vê pêvajoyê kir:

"Piştî ku me dest bi pêngava rizgarkirina Şehbayê kir, demeke kurt me li gundê Til Qiraxê dest bi pêngavê kir. Di vê pêngavê de me windahiyên giran dan û demekê em sekinînin. Di vê navberê de dewleta Tirk ji bo pêşî li me bibire, dest bi êrişa dagirkirina Şehbayê kir ku navê 'Tevgera Mertalê Firatê' lê kiribû. Dema ku hêzên me gihîştin aliyê Eumulqura, Sed Şehba û Hesacik ên di destê DAÎŞ'ê de, bi balafiran li hevalên me xistin. Di êrişên balafirên Tirk de 22 hevalên me şehîd bûn. Bi vî rengî pêşî li pêşveçûna me girtin. Ne DAÎŞ lê êdî Tirkiye derdiket hemberî me û teknîka xwe ya şer hemû li dijî me bi kar anîn. Tevî ku hin cih ketin destê Tirkan jî hevalên me ew devera rizgar kirin. Ya rast wê demê gelek şehîdên me ne ji ber şerê li dijî DAÎŞ'ê lê belê ji ber şerê li hemberî Tirkan şehîd bûn. Tirk dema ku gihîştin vê qadê 3 rojan li ser hev êrişî gundê Şêx Îsa kirin. Şerekî giran bû. Rojane bi hezaran obus û fuzeyên grad avêtin. Li vê derê ti encam bi dest nexistin. Nekarîn ti cihî ji hevalên me bistînin, lê belê pêşî li pêşveçûna me girtin. Sala 2017'an ji bo me êdî bû salek ku ji bo parastina Efrîn û Şehbayê ji êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin û amadekariyên berxwedanê bikin."