Hêzên rejîma Sûriyeyê li Îdlîbê bi pêş ve diçin

Hêzên rejîma Sûriyeyê ya ku Rûsya piştgiriyê didin wan li herêma Îdlîbê gelek qad desteser kirin.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê balefirên rejîmê li Îdlîbê li du gundan dane û du jê zarok heft sivîl mirine. Hate diyarkirin ku di êrîşa bajarê Maret El Nûman de jî şeş jê zarok 12 sivîl mirin.

Tê diyarkirin ku Maret El Nûman a li ser rêya stratejîk a Şam û Helebê ye, hedefa nû ya rejîmê ye.

Hêzên rejîmê li ser vê xeta stratejîk Xan Şeyxûn xistin bin kontrola xwe.

Li gorî Mala Çavdêriyê hêzên rejîmê El Tamanah a li rojhilatê Xan Şeyxûnê jî tê de du bajarok û sê gund desteser kiriye.