Hêzên leşkerî xwe ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişînin
Li gorî lihevkirina navbera Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilatdariya Şamê, hêzên leşkerî dest bi vekişîna ji herdu taxan kirin.
Li gorî lihevkirina navbera Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilatdariya Şamê, hêzên leşkerî dest bi vekişîna ji herdu taxan kirin.
Meclîsa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilatdariya Şamê 1'ê Nîsanê peymanek ji 14 xalan îmze kirin. Peyman bi giranî li ser teşwîqa ji bo jiyana hevpar, parastina şêniyên herêmê, pêşîgirtina li çalakiyên çekdarî û pêkanîna ewlehiya navxweyî ye.
Li gorî peymanê herdu aliyan berpirsyariyên xwe bi cih anîn.
Di çarçoveya peymanê de duh (Pêncşem) benda serbestberdana girtiyên her du aliyan pêk hat û 146 dîlgirtiyên Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 97 kesên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.
Îro jî wê benda 6’an a têkildarî vekişandina hêzên leşkerî ji her du taxan ber bi herêma rojhilatê Firatê ve bikeve meriyetê û hêzên leşkerî ji her du taxan vekişin.