Hêzên Ewlekariya Navxweyî: Berpirsê vê êrîşê, rejîma Sûriyeyê ye

Hêzên Ewlekariya Navxweyî derbarê êrîşa ji aliyê hêzên girêdayî rejîma Sûriyê ve ku 3 wesayîtên asayîş, şaredarî û saziya tenduristiyê hedef girtîn daxuyaniyek nivîskî dan û got: “Berpirsê êrîşa şehîdkirin û birînda kirîna endamên me, rejîma Sûriyeyê ye.”

Hêzên ku girêdayî rejîma Sûriyeyê îro li Qamîşloyê 3 wesayîtên girêdayî asayîş, şaredarî û saziya tenduristiyê hedef girtin, di vê êrîşê de endamê asayîşê Ciwan Salih şehîd ket, endamek yê asayîşê birîndar bû.

Daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

“Rejîma Sûriyeyê îro li Qamişloyê 3 wesayîtên girêdayî hêzên me, xebatkarên paqijiyê yên şaredariya gel û endamên tenduristiyê  kirin hedef. Wesyîta ku hêzên me di nav de endamek yê me şehîd ket û yek birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.

Em, Hêzên Ewlekariya Navxweyî ji bo rêxistina xwe, malbata şehîd û hemû hevalê xwe sersaxiyê dixwazîn. Em vê êrîşa bi tirs a endamên rejîmê şermezar dikin. Em dîsa soz didin ku wê ev êrîşên ku gelê me û hêzên me hedef digrin wê nehêlin bigihêje hedefa xwe û wê nekaribin îradeya me bişkênin. Berpirsê vî sûcê bi tirs, rejîma Sûriyeyê ye.”